KOMAW’ê ji bo meşa Strasboûrgê banga tevlîbûnê kir

KOMOW: “17’ê Sibatê ji bo meşa Strasbûrgê bi sirûda “Her cih Efrîn e, her cih berxwedan e” û “Azadiya Rêbertiya me azadiya mirovahiyê ye” banga tevlîbûnê li her kesê dikin.

Saziya Malbatên Winda û Şehîdan (KOMAW) a daxuyaniyek nivîskî da ji bo meşa ku wê 17’ê Sibatê li bajarê Strasboûrg ê Fransayê ji bo protestokirina Komploya Navneteweyî ya li hember Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê lidarxitin, banga tevlîbûna girseyî li her kesê kir.

Em Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê ya li hember Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û qirkirina gelê Kurd dike hedef û ya ji bo Kurdan weke ‘Roja Reş’ tê pênasekirin bi tundî şermezar dikin û got: “Dîsa bi sirûda ‘Hûn nikarin Roja me tarî bikin’ li dorî Rêbertiya xwe em ê bibin xelekek ji agir, bedena xwe bikin guleyek ji agir, hemû qehremanên ku bi cesaret û vîndariyeke mezin şehîd bûne bi rêzdarî û minte bibîr tînin.

Bi vê komployê hêzên hegonom hewl dan ku di kesyeta Rêber Apo de xwestin gelê Kurd û Tevgera Azadiya Kurdistanê tine bikin û gelê Kurd û Kurdistanê di qirkirinê re derbas bikin. Tevî vê komploya nemert û mercên giran ên tecrîdê di serî de Rêber Apo, tevgera azadiyê û gelê Kurd li ber xwe dan û bi têkoşîna raber kirî di serî de komplo û pîlanê hêzên desthilatdar vala derxistin.

Rêbertiya me ev 19 sal in li Girava Îmraliyê bi berxwedan û têkoşîna xwe ya dîrokî ku mînakên wê li ti deverên cîhanê nîne sîstema Îmralî û Komploya Navneteweyî vala derxist. Îdeolojî, felefe û ramanên sosyolojî ya Rêbertiya me hişt ku Rêber Apo di sedsala 21’an de bike yek jî fîlozofê ku di ti dîrokan de mînaka wê neyî. Bi manîfesto û ramanê ku li Îmraliyê pêş xistî bû rê û rênîşan ji bo gelên Rojhilata Navîn û hemû cîhanê. Bi pradîgmaya xwe ya Konfederalîzma Demokratîk di ji nû ve avakirina Şoreşa Rojava de bû xwedî bingeh û sîsteme nû hate avakirin.

Komploya Navnetewî bi dagirkirina Efrînê re xwe nû dike. Îro hêzên hegemonîk yên emperyalîst bi destê dewleta Trik û çeteyên wê destûra dagirkeriya Efrînê dane û bûne hevkarê vî sûcî.

Li dijî vê komplo û konsepta bi elçax, Efrîn li ber xwe dide. Bi fikrên Rêbertiya me û bi rûhê Avesta Xabûr şervanên azadiya Kurd bi ‘Berxwedana Serdemê’ re wê hemû plan û hesabên hêzên emperyalîst, dîktatoriya TC ya dagirker, Erdogan-Bahçeliyê kujer têk bibe û sîstema Îmralî bi temamî parçe bike. Bi vê ve hêzên faşîst, emperyalîst-kapîtalîst ku weke duh dixwestin qirkirina Kurdan bikin îro jî didomînin û wê ser nekevin.

Li ser vî bingehî di serî de Saziya Malbatên Winda û Şehîdan, di 19 salvegera komploya navnetwî de heq, edalet, wekhevî û kesên ku li gel azadî, ji xwer dibêjin şoreşger-demokrat û hemû kesên dibêjin em mirov in li dijî berdewamiya komploya navnetewî ku îro li bi dagirkeriya Efrînê didome derbikevin û ji qirkirina Kurdan re bibêjin bisekinin û heta azadiya Rêber Apo mîsoger nebe têkoşînê geştir bikin.

17’ê Sibatê bi meşa li Starsboûrgê bi sirûda ‘Her cihr Efrîn e, her cih Berwedan e’ û ‘Azadiya Rêbertiya me azadiya mirovahiyê ye’ qîr bikin û hesap ji hêzên hegemonîk, emperyalîst, kapîtalîst û faşîsma TC a dagirker bixwazin. Em bang li hemû gelên xwe dikin ku beşdarî meşê bibin û têkoşîna berxwedana hê bêhtir geştir bikin.”