KNK: Bêdengiya li dijî êrîşan cesaretê dide dijminên Kurdan!

KNK’ê têkildarî êrîşa li Şengalê daxuyaniyek da û êrîş weke berdewama fermana 73’an a 3’yê Tebaxa 2014’an pênase kir û bang li hemû hêzên navneteweyî kir ku li dijî êrîşan bibin xwedî helwest.

Konseya Rêveber a Kongreya Netewî ya Kurdistan (KNK) bi daxuyaniyekê êrîşa li Şengalê şermezar kir.

KNK’ê destnîşan kir ku dijminahî û êrîşên qirker ên dewleta Tirk a dagirker ya li ser hemû Kurdan û bawermendên Êzidî bê navber dewam dike. Duh li Şengalê balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker bombe li Êzidiyan barandin.

KNK’ê êrîşa qirker a dij mirovahiyê şermezar kin, ji civaka Êzidî û hemû Kurdan re sersaxî xwest.

KNK’ê di dewama daxuyaniya xwe de ev tişt got:

“Di salvegera qetîlama Til Koço ya bi destê çeteyên DAIŞ’ê sala 2014’an pêk hat de bi sedan welatî hatin qetilkirin bîranînek hate lidarxistin. Dema ku welatî ji bîranînê divegeriyan balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker bombe li konvoyê barandin û di encamê de gelek welatî şehîd û birîndar bûn. Di nava şehîdan de Zekî Şengalî (Îmalîl Ozden ku yek ji rêveberên Êzidiyan bû jî hebû.

Zekî Şengalî ji sala 2014’an ve ji Şengalê derneketiye û xwedî li Êzidiyan derketiye. Şengalî ne tenê rêveberekî Êzidiyan heman demê siyasetmedar û şoreşgerekî gelê Kurd bû. Wî di tevahî temenê xwe de 35 sal bê navber ked da. Ev êrîş berdewama fermana 73’an e.

Tirkiye bi vê êrîşê serweriya hikûmeta Iraq û Herêma Kurdistanê yên navneteweyî binpê kiriye. Dewleta Tirk bi vê êrîşê re sûcê mirovahiyê kiriye. Bêdengiya li hemberî vê êrîşê bi gûman û tê wateya cesaretdayîna dijminê gelê Kurd.

Bi vê êrîşê carekî din diyar bû ku civaka Êzidî di bin gefa qirkirin û talankirinê de ye.

Di serî de em bang li NY, Koordînasyona Navneteweyî ya li Dijî DAIŞ’ê, hemû sazî û rêxistinên navneteweyî dikin ku bi erka xwe rabin û li dijî êrîşên li ser Êzidiyan bibin xwedî helwest û xwedî li bawermendên Êzidî derkevin.”

Dîsa bang li hemû gelê Kurd û Êzidiyan dikin ku li dijî van êrîşan rabin ser xwe û çalakiyan lidar bixin.