KNK: Çawa ku gelê Kurd komplo pûç kir, wê êrîşên heyî jî bişikîne

"Bila dewleta Tirk bizane, gelê Kurdistanê weke beriya 19 salan çawa li ber xwe da, çawa komploya navneteweyî pûç kir, îro jî li ber xwe dide, wê heta dawiyê jî li ber xwe bide û van êrîşên hovane wê bişikîne û wê welatê xwe azad bike."

Konseya Rêveber a KNK'ê bi wesîleya salvegera 19'an a komploya navneteweyî ku di şexsê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de li dijî gelê Kurd û tevgera azadiyê hate kirin, daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di destpêka daxuyaniyê de hate gotin, "Ne wijdan, ne insaf, ne mafên mirovan, ne huqûq, ne dad û dadyarî û ne jî ehlaq hate bîra wan û biryar dan ku mezinekî Kurd, ku ji bo wijdan, huqûq, dad û dadyariyê, ji bo aştî, wekhevî, azadî û hemû bihayên mirovî xebat û têkoşînê dide bêdeng bikin, jiyanê lê heram bikin."

KNK'ê diyar kir ku pêvajoya komployê bi zelalî nîşan da ku navendên bêdadiyê negihiştin mexseda xwe, xwezî û daxwazên ku hêvî dikirin bi dest ve neanîn û got, "Li hêviyê bûn ku PKK a ku pêşengiyeke radîkal ya bizava neteweyî ya Kurdistanê dike têk biçe, belav be, an jî qet nebe gelek lawaz be. Di midehê van 19 salan de çi hêvî dikirin tam bereks encam derkete meydanê. Ne Birêz Ocalan têkoşîna xwe hêla, ne jî xelkê Kurdistanê dest ji doza xwe berda."

'VAN 19 SALAN HÊZEN KOMPLOGER RÛREŞ KIRIN, LÊ OCALAN Û GELÊ KURD RÛSPÎ KIRIN'

Di dewama daxuyaniya KNK'ê de hat gotin, "Ew roj yek û îro du, dijmin û hevalbendên wan şikestin lê têkoşîna Ocalan û ya xelkê Kurd bi ser ket. Van 19 salan ew rûreş kirin, lê Ocalan û xelkê Kurd rûspî kirin. Di 19 salan de heqiyê, dad û dadyariyê zora neheqî û bêdadiyê bir û di encamê de Ocalan, PKK û pêkve xelkê Kurd têkoşîna xwe anî merheleyeke bilindtir ku îro ji hemî deman xurttire."

'ÇAWA KU GELÊ KURD KOMPLO PÛÇ KIR, WÊ ÊRÎŞÊ LI SER EFRÎNÊ JÎ BIŞIKÎNE'

KNK'ê işaret bi dijminatiya dewleta Tirk a li çar aliyên Kurdistanê kir û got, "Di warê navneteweyî da hewl dide ku Kurd neyêne naskirin, li ser erdê jî dijminên Kurdan destek dike. Di pêvajoya referandûmê ya Başûrê Kurdistanê de, bi Îran û Iraqê re kete nava tifaqê û bi eşekere dijmintiya gelê Kurdistanê kir. Niha jî bi awayekî fîîlî Roavayê Kurdistanê dagir dike. Ev e 25 roj in bi hevkariya bermayên DAÎŞ û El Qaîdeyê, bi hemû hêza xwe êrîşê Efrînê dike. Di vê êrîşa xwe de hemû pîvanên mirovahî û hiqûqê binpê dike. Li hember vê êrîşa hovane, hêzên QSD'ê û gelê Rojava bi rengekî bêhempa li ber xwe didin û êrîşên artêşa Tirk dişkênin. Gelê Kurd jî li berxwedana Efrînê xwedî derdikeve û li derdoara berxwedana Efrînê de yekîtiya xwe ava dike. Bila dewleta Tirk bizane, gelê Kurdistanê weke beriya 19 salan çawa li ber xwe da, çawa komploya navneneteweyî pûç kir, îro jî li ber xwe dide, wê heta dawiyê jî li ber xwe bide û van êrîşên hovane wê bîşkêne û wê welatê xwe azad bike."

BANGA JI BO GEŞKIRINA TÊKOŞÎNÊ

Di dawiya daxuyaniya KNK'ê de ev bang li gelê Kurd hate kirin:

"KNK di salvegera komploya 15'ê Sibatê de careke din bang li hemû Kurdistaniyan dike ku li welat û li her cihên lê, hawar û gaziya xwe ya têkoşîna ji bo azadiya Birêz Ocalan, rizgariya Kurdistanê û xwedî derketina berxwedana Efrînê bilind bikin, yekîtiya xwe û tifaqa digel yar û hevalbendên Kurdan mezintir û saxlemtir bikin, neyaran û hevalbendên wan şermezar bikin.

KNK her wiha bang li hemû Kurdistaniyan jî dike ku beşdarî protestoyên komploya 15'ê Sibatê bibin û helwesta xwe ya têkoşeriya doza Kurdistanê nîşanî yar û neyaran bidin."