Kedkarên li Meletiyê: Heta dawiyê em ê li ber xwe bidin
Kedkarên gelemperî yên hatî îxrackirin li Meletiyê ev hefteyek e berxwedana xwe didomînin. Tevî ku di her çalakiyê de jî ji hêla polîsên Qesra Erdogan tên binçavkirin jî, kedkar bi biryar in.
Kedkarên gelemperî yên hatî îxrackirin li Meletiyê ev hefteyek e berxwedana xwe didomînin. Tevî ku di her çalakiyê de jî ji hêla polîsên Qesra Erdogan tên binçavkirin jî, kedkar bi biryar in.
Li Qada Emeksîz a Meletiyê, 4 kedkarên gelemperî ku mamoste û xebatkarên tenduristiyê jî di nav de ne û bi biryarnameyên Rewşa Awarte yên AKP/Qesrê ji wezîfeyên xwe hatine îxrackirin, xwestin bi dowîzan ve çalakiya rûniştinê bidomînin. Di yekemîn hefteya çalakiyê de dîsa polîsên Tirk êrîşî kedkaran kirin. Li ser vê bangên polîsan, kedkaran gotin; “Em mafên xwe yên demokratîk bi kar tînin, bêyî lêpirsîn jî çêbibin em ji kar hatin girtin, em kar û nanê xwe dixwazin.”
CANPOLAT: EM KAR, NANÊ XWE DIXWAZIN
Erdogan Canpolat ê ragihand ku 30 salan mamostetî kiriye û bi biryarnameyan ve li gel hevjîna xwe ji kar hatine kirin, wiha axivî; “Ji bo em karibin dengê xwe bigihînin raya giştî ev 7 roj in em hewl didin çalakiya rûniştinê bidin destpêkirin. Hêzên emniyetê jî her dixwazin asteng bikin û binçav dikin. Bikaranîna mafan li vir tê astengkirin. Di demên pêş de em ê gilî bikin. Em tenê karên xwe dixwazin. Em tenê nanê xwe dixwazin. Em xwendekarên xwe dixwazin, ti armancek me ya din nîne.”
KARATAŞ: DIXWAZIN ME BÊDENG BIKIN, LÊ EM Ê LI BER XWE BIDIN
Kedkarê Gelemperî Ozkan Karataş ê hatî îxrackirin jî wiha axivî; “Me rêyên hiqûqî ceribandin, lê bê encam ma. Bi hinceta Rewşa Awarte ti sedem nîşan neden. Ji ber vê jî me ev çalakî hilbijart. 7 roj in em hewl didin dengê xwe ragihînin û em tên binçavkirin. Heta dawiyê em ê li ber xwe bidin. Em hêza xwe ji mafdarî û rewatiya xwe digirin.”
DI HER ÇALAKIYÊ DE BINÇAVKIRIN
Di rojên bihurî de kedkarên gelemperî Erdogan Canpolat, Ûmût Sertaç Ozdemîr, Ozkan Karataş û Cengîz Ûgûrlû yên xwestin daxuyaniyê bidin û çalakiya rûniştinê li dar bixin, cara 7’emîn hatin binçavkirin û danê êvarî cezayê pereyan li wan hat birîn û hatin berdan. Di roja 8’emîn a çalakiyê de dîsa hatin binçavkirin.