KCDK-E'yê ji bo Şengalê banga çalakiyan kir

KCDK-E'yê li dijî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Şengalê bang li Kurdistanî û dostên wan ên li Ewropayê kir ku dakevin qadan û çalakiyan li dar bixin.

Dîwana Hevserokatiyê ya Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) li ser êrîşa dewleta Tirk a li Şengalê bang li Kurdistaniyên li Ewropayê kir ku dakevin qadan.

Dîwana Hevserokatiyê diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker êrîş biriye ser Şengalê ku nirxê pîroz ê gelê Kurd e û ev daxuyanî da:

"Gelê Şengalê serê xwe li ber zilm û komkujiya çeteyên DAÎŞ'ê yên barbar netewand û li ber xwe da. Dewleta Tirk li pey komkujî û fermaneke din e ku bîne serê gelê Şengalê. Artêşa Tirk a ku mejiyê xwe mejiyê DAÎŞ'ê ye, piştî êrîşên li ser Başûrê Kurdistanê doh jî li Şengalê dest bi kuştina sivîlan kir. Bomberdûmana ku bi balafirên şer li dijî sivîlan hate kirin, ji bo qirkirin û tinekirina Kurdan e.

Mîna li Efrînê, li Şengalê jî bi rengekî vekirî êrîş li sivîlan tê kirin. Di êrîşa doh de gelek sivîl birîndar bûn. Ev êrîşa namerdî ya ku yekser li dijî sivîlan hate kirin, bi armanca komkujî û tinekirina nirxên gelê me hatiye kirin.

Balafirên şer hîn jî bi rengekî bê navber bombeyan li Şengalê dibarînin. Tê zanîn ku bomberdûmana danê êvarê dest pê kir hîn dewam dike û xeterî didome. Di demeke wiha de ku komkujiyên bi destê çeteyên DAÎŞ'ê yên barbar hatine kirin hîn ji bîr neçûne, divê em zanibin ku metirsî û gefeke mezin li ser gelê Şengalê heye.

PDK a ku dema êrîşa çeteyên DAÎŞ'ê ya li ser Şengalê civkaa Êzidî bi tenê hişt, niha jî Êzidiyan di nava lepên dewleta Tirk a dagirker a ku xwediyê çeteyan e, dihêle. Dîrok dîsa xiyanetê dinivîsîne. Hem li Başûrê Kurdistanê hem jî li Şengalê metirsiyeke mezin li ser gelê me heye.

Li dijî van êrîşên tinekirin ku bi her şêwe amûrên şe rên teknolojîk tê kirin, girîng e gelê me hişyar be û ji niha ve rabe ser piyan. Li dijî hêzên noker, saziyên navneteweyî, dewlet û hêzên ku çavên xwe li komkujiya dewleta Tirk a li ser gelê me digirin, divê em nerazîbûna xwe nîşan bidin û ji bo pêşî li komkujî û fermanên nû bigirin, bi rengekî bê navber çalakiyan li dar bixin.

Parastina vê xaka pîroz ku li her parçeyên wê xwîna şehîdên me heye, şeref û rûmeta gelê Kurd e. Gelê me yê li hemû parçeyan, pêwîste bi ruhê seferberiyê serî li ber vê êrîşa namerdî ya li ser Şengalê rake.

Bi navê KCDK-E em bang li civaka xwe ya Êzidî, hemû navendên xwe, gelê xwe yê welatparêz û her kesên şoreşger û demokrat dikin ku bêyî li benda tiştekî bimînin, yekser nerazîbûna xwe ya demokratîk nîşan bidin, ji bo Şengalê bibin yek û li Ewropa, Kanada, Japonya, Awûstralya û li her deverên din çalakiyan li dar bixin. Ji bo parastina xaka pîroz a Şengalê, ji bo pêşîgirtina li dagirkeriyê em banga seferberiyê dikin."