Katircioglû: Dor li Tirkiyeyê teng bûye

Parlementerê HDP’ê yê Stenbolê Prof. Dr. Katircioglû diyar kir ku Tirkiye êdî bi feraseta aborî û siyaseta populîst nikare were birêvebirin û got “Dor li Tirkiyeyê teng bûye.”

Parlementerê HDP’ê yê Stenbolê Prof. Dr. Erol Katircioglû hilweşandina aboriya Tirkiyeyê ji ANF’ê re nirxand.

Katircioglû diyar kir ku karsazan pereyên xwe ji Tirkiyeyê derxistine û got, “Ev jî tê vê wateyê ku aktorên piyaseyê û fînansorên ku pereyê xwe xistibûn piyaseya Tirkiyeyê, êdî baweriyê bi aboriya Tirkiyeyê naynîn. Pereyên xwe kişandin û rêjeya dovîz zêde bû. Em dibînin ku lîrayê Tirkiyeyê li hemberî pereyên biyanî nîvenîv heliya. Erdogan diyar dikir heke faîz kêm be, ew ê enflasyon pêk neyê, lê ev arguman di warê îktîsatê de şaş e. Ev feraseteke îdeolojîk a Îslamî ye. Ji ber vê helwestê zext li ser Banka Navendî tê kirin, lê welatên cîhanê diyar dikin ku divê Banka Navendî serbixwe be. Piştî ku Erdogan di hilbijartinê de bi navê serok hate hilbijartin, Wezareta Xezîne û Maliyeyê kire yek û zavayê xwe anî ser vê derê. Ev gava Erdogan bû sedem ku di piyaseyê de bêbaweriyek çêbibe.”

Katircioglû diyar kir ku hikumeta niha baweriyên nade tu derdoran û got, “Meseleya Brûnson derdikeve pêş lê li paş wê meseleya polîtîkaya derveyîn heye. Beriya her tiştî ev hikumet baweriyê nade sermayeya biyan, di heman demê de di nava welat de jî nikare baweriyê bide. Pêre jî Tirkiye ligel ku endamekî NATO’yê ye, carinan xwe nêzî Rûsya û Çînê dike, diçe bi Rûsyayê re bazara fuzeyên S 400 dike lê bi Amerîkayê re jî bazara balefirên şer ên F 35 dike. Tiştekî din jî serokatiya niha ya Erdogan li tu dera cîhanê tune. Erdogan dikare her tiştî bike û biryara her tiştî bide. Heke li meclîsê mûxalefet bi ser biketa, belkî mûxalefetê karibûya tiştek bikira. Welatên cîhanê dibînin ku Erdogan biryara her tiştî dide, li Tirkiyeyê mekanîzmaya kontrol û hiqûqê tune û ji ber vê jî baweriyê bi Tirkiyeyê naynîn.”

Katircioglû qala zextên li ser Tirkiyeyê û yên li ser Îranê kir û got, “Mesela herî dawîn baca hesin û pola ya ku Tirkiye difiroşe derve hate zêdekirin. Ango ew bazar ji Tirkiyeyê re girtin. Li Tirkiyeyê 19 hilberînerên polayê hene, heke ew bazareke nû nebînin ew ê îflas bikin.”

Katircioglû bal kişand ser vî tiştî ku dor li Tirkiyeyê teng bûye û got, “Li Tirkiyeyê êdî tiştek nikare bandorê bike, Tirkiye nikare êdî bala kesan bibe ser tiştên din. Divê Tirkiye li hemberî hemwelatiyên xwe û li hemberî cîhanê zelal be. Tu yê leşkeran bişînî ser Efrînê û qala kêşeya hebûn û mayîndebûna xwe bike. Ev gotin, operasyona guherandina bala mirovan e. Êdî kes ji van tiştan bawer nake. Tirkiye heke bibe welatekî demokratîk ew ê karibe kêşeyên xwe yên siyasî û ekonomîk çareser bike.”