Hukûmeta AKP’ê xwe amade dike ku astengiyên yasayî yên li pêşiya karkertiya taşeronê ya ku rê li ber gelek mirin û xebata nebiewle vedike, rabike. Pêşnûme ji aliyÊ Wezareta Xebat û Ewlekariya Civakî ve hate amadekirin û di van rojan de dê biçe rojeva Meclîsê. Serokê Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) Erol Ekîcî diyar kir ku hukûmeta AKP’ê beşek girîng a civakê di warê jiyana xebatê de mexdûr kiriye û ji beşek din jî kiriye karkerên taşeron. Ekîcî da zanîn ku hukûmet mirinên karkeran zêde kiriye û bi vî awayî dixwaze karê xwe yê erzan jî bike qanûnî.
Serokê DÎSK’ê Erol Ekîcî ji ANF’ê re axivî û diyar kir ku dixwazin ku xizmeteke mezin a di sektora taybet de bi taşeronan bidin meşandin.
TAŞERONTÎ DIBE QANÛNÎ
Ekîncî got: “Gava mirov li pênaseya karkertiya taşeron dinêre, mirov dikare ji vê re bêje ‘ya rast karsaz, vî karê taşerontiyê bi karsazên ji wan biçûktir ên beşên teknolojîk dide kirin.” Serokê Giştî yê DÎSK’ê bi bîr xist ku ev pêşnûme dê di rojên pêş de bê rojeva Meclîsê û diyar kir ku bi vî awayî dixwazin kirasekî qanûnî li karkertiya taşeron bikin û got: “Ji karkerên taşeron re dibêjin ‘kador, dibêjin dê ji vê tişta wehşî rizgar bibin. Lê armanca wan ne ew e ku vê tengasiya karkerên taşeron ji holê rabike. Ya rast ew e ku dixwazin karsazan ji berpirsyartiyê rizgar bikin.
Serokê Giştî yê DÎSK’ê Erol Ekîncî da zanîn ku ji bo bi temamî jiholêrakirina karkertiya taşeron ew dê çalakiyên xwe zêdetir bikin.
BERIYA HER KESÊ DIMIRIN Û JI KAR TÊN AVÊTIN
Karketiya taşeron ji bo polîtîkayên mêtinê yên çîna sermayedar bûye pêpelokek girîng. Patron bi desteka hukûmetê keda karkeran dixwe. Li Tirkiyeyê hukûmeta AKP’ê dest ji polîtîkayên xwe yên jikaravêtina karkeran, karkertiya taşeron, cinayetên kar û xebata bêewle bernade.
Li gorî hejmarên fermî li Tirkiyeyê derdora 3 milyon karkerên taşeron hene. Li Rûsyayê ji sedî 75’ê şîrketên biyanî û sedî 35-50’yê şîrketên Rûs karkerên taşeron bi kar tînin.
Li gorî raporek a Sendîkaya Karkerên Pîşesaziya Gerdûnî (INDUSTRIALL) karkeriya demkî ji sedî 30’ê îstîhdamê pêk tîne. Li Brîtanyayê jî hejmara texmînî ya karkerên taşeron jî 270 hezar heta 1.4 milyon e.
Li gorî heman raporê, li Taylandê ji nîviya 500 hezar karkerên endustriya elektronîk de dixebitin karkerên taşeron in. Li Filîpînan jî di sala 2008 de ji sedî 10,8’ê karkeran ji aliyê fîrmaniyên taşeron ve dihatin îstîhdamkirin. Li Çînê jî 60 milyon karkerên demkî hene. Her wiha şîrketa Nokia ji sedî 30’ê karê xwe yê li Çînê bi karkerên taşeron dike. Li gorî daneyên Ciettê li Efrîkaya Başûr derdora milyonek karker ji aliyê sîmsarên karkeran ve tên îstîhdamkirin.
Gava krîza aborî û mijara jikarderxistinê tê rojevê, beriya her kesê karkerên taşeron bê kar dimînin. Mînak di krîza aborî ya 2008 de beriya her kesê karkerên taşeron bibûn mexdûr. Di salên 2008-2009 de li gelek herêmên Ewropayê ji ber krîza aboriyê kêmbûnek bi qasî ji sedî 1,3 di karkerên peymanbestî de hat pêkanîn. Li hemberî vê jî rêjeya karkerên bi peymanên demkî jî ji sedî 6,3 zêde bûn.
Li gelek welatên ku karkeran xwe bi rêxistin kirine, karker nerazîbûnên xwe yên li hemberî taşerontiyê li kolanan tînin ziman. Li Hindistana ku rêjeyek zêde ya karkerên taşeron lê heye, di sibata 2012 de bi milyonan karker daketin kolanan û xwestin karkerên taşeron jî bibin xwediyê heman maf û ewlehiya karkerên herdemî. Dîsa di adara 2012 de li Efrîkaya Başûr jî zêdetirê 200 hezar karker bi heman daxwazan daketin qadan. Li Norwecê jî di çileya 2012 de 150 hezar karker ji ber vê mijarê hukûmetê protesto kirin. Her wiha bi heman armancê li Endnozyayê 10 hezar û li Almanyayê jî zêdetirê 200 hezar karker li kolanan bûn.
Hukûmeta AKP’ê ji bo karketiya taşeron bibe qanûn amadekariyên yasayî dike. Çapemenî-weşana nêzîkê hukûmeta AKP’ê pêkanînên li hemberî taşerontiyê bi awayeke berovajî belav dike. Lê ya rast ew e ku Wezareta Xebat û Ewlekariya Civakî xwe ne ji rakirina karketiya taşeron re, belê xwe ji rakirina astengiyên qnaûnî yên li pêşiya taşeronan re amade dike. Ev mijar dê di rojên pêş de bê rojeva meclîsê.