Parlementerê BDP’ê Hasîp Kaplan kuştina mamosta Gulşha Akturk xiste rojeva Meclisa Tirk. Kaplan di pêşnûmepirsa dayî de pirsa, li rexmî ku Akturkê serlêdan kir jî çima rayedaran ewlehiya wê negirt.
Parlementerê BDP’ê yê Şirnexê Hasîp Kaplan bi daxwaznameya pêşkêşî meclisa Tirk kirî ji bo Wezîrê Navxweyî Îdrîs Naîm Şahîn û Wezîrê Perwerdeya Netewî Omer Dînçer bibersivîne, di derbarê mamosta Gulşah Akturk ya ji aliyê heskiriyê wê yê berê ve hatî qetil kirin pirsî.
Kaplan di pêşnûmepirsa xwe de bibîrxist ku, mamosta Gulşah Akturk li Wanê birapora girtî diçe gel malbata xwe ya li Konyayê û ji aliyê hevalê wê yê zilam yê berê ku li pey çû û kuşt, derket holê ku ji ber rewşa wê di metirsiyê de ye serî li Walîtiya Wanê dabû.
Di pêşnûmeyê de hate gotin ku, “Li beramberî vê alîkarê walî jêre gotiye ‘ihtimala herî xirab tu dê bimirî, mirin tiştek heqe, mirov nikare ji mirinê bireve, qet nebû îstîfa bike û pêwîste tu gaza bîberê li gel xwe bigerînî’ di çapemeniyê de derket.”
Kaplan pirsên wiha pêşkêşî Wezîrê Navxweyî û Perwerdeya Netewî kir:
“Waliyê ku di pêkanîna ewlekariya mamosta Gulşah Akturk û hemû hemwelatiyan de peywirdare çima ew tedbîr negirtiye?
Mamosta Gulşah li rexmî ku serî hemû saziyan daye û gotiye rewşa min di metirsiyê de ye û parazvan xwestî çima tedbîr nehatine girtin?
Peywirên alîkarê Walî ku ji Perwerdeya Netewî berpirse çine?
Di daxwaznameya ku dayî dadgehê de diyarkiriye ku, ger ez bêm kuştin Waliyê Wanê, Alîkarê Walî yê ji Perwerdeya Netewî berpirs Zafer Çoşkûn û Midûriyeta Perwerdeya Netewî ya Wanê berpirse. Li gorî vê hûnê derbarê van kesane de xebatek çawa birêve bibin?
Dema di serlêdanên bi kuştinê tên gefkirin de hûn xebatek çawa birêve dibin?
Di derbarê rayedarên ku gotinên weke ‘bûyera ku mamostaya me jiyan kirî ji serî ve bi hesasiyetekê hatiye şûpandin, tedbîrên pêwîst hatine girtin’ bikaranî xebatek ya zagonê hatiye destpê kirin?
Li bajarê Wanê di sala 2012’an de çend jinan serlêdana parazvana kiriye? Daxwaza çendan hatiye bicih kirin?”