Kalkan: Em bi ezamet bi ser ketin

Dûran Kalkan: Ti tişt belasedem neçû. Tevahiya 40 hezar şehîdên me, weke PKK hene û dijîn. Weke neteweya demokratîk, weke gerîla dijîn. Naxwe vê pêngavê, vê têkoşînê serketin bi dest anîne. Divê bi serfirazî xwedî lê bê derketin."

Bi wesîla salvegera cejna vejînê 15'ê Tebaxê, Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan bersiv da pirsên rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê.

Kalkan di serî de bi bîr xist ku di têkoşîna xwe de gelê Kurd ji sedî sed heq û mafdar e û wiha peyivî: "Eger li Tirkiyeyê lîçek hêviya ji bo demokrasiyê hebe jî, hîç şik û guman jê nîne ku berxwedana 34 salan a ku bi 15'ê Tebaxê destpê kirî, ev afirandiye. Weke gel û tevgerê helbet êşên mezin û azar di nava vî şerê bêeman de bi serê me de hatin. Lê belê, em bi ezamet bi ser ketin, hem jî gelekî bi ezamet."

Kalkan li ser pirsa, eger 15'ê Tebaxê nebûya, wê halê Kurd û Kurdistanê çi bûya got, "Êdî wê gotineke bi navê Kurd û Kurdistanê jî nebûya. Di wê pêvajoyê de ku ber bi 15´ê Tebaxê ve diçû navê PDK û Barzanî bi xwe jî nemabûn. Li çar aliyên dinyayê belav bûbûn. Xwe avêtibûn tar û bextê Îranê. Taqeta wan nebû gavekê biavêjin, mihacir û penaber bûn. Her tişta li Başûrê Kurdistanê pêkhatî jî weke encamên Pêngava 15´ê Tebaxê derket holê. Kesa ku vê wisa nebîne û wisa nenixîne, neheqiyê dike.

BI SAYA SERÊ BERXWEDANA GERÎLA

Lewma, li ser navê Kurdbûn û Kurdistanê, ruhê azadiyê, bîreweriya wê, îradeya wê, rêxistinbûyîna wê û destketiyên siyasî hemû, bi saya serê berxwedana gerîla ne ku 15´ê Tebaxê beriya 34 salan dest pê kir. Ti tişt bîlasedem neçû. Tevahiya 40 hezar şehîdên me, weke PKK hene û dijîn. Weke neteweya demokratîk, weke gerîla dijîn. Naxwe vê pêngavê, vê têkoşînê serketin bi dest anîne. Divê bi serfirazî xwedî lê bê derketin."

BIRYARÊN 1981 Û 1982'AN

Ji bo biryara pêngavê jî Kalkan îşaret nexasim jî bi girîngiya biryarên siyasî jî dike û dibêje, "Konferansa Yekê ya PKK'ê biryara vegera li welêt û li Bakurê Kurdistanê destpêkirina têkoşîna gerîla da. Paşê sala 1982´yan Kongreya Duyem a PKK´ê bi rê ve çû û biryara tavilê pêkanîna van biryarên li jor hat dayîn. Di civîna Komîteya Navendî ya Çile û Sibata 1984´an de jî destpêkirina çalakiyên gerîla weke mijareke lezgîn hat nirxandin. Bi vî rengî biryara çalakiyên 15´ê Tebaxê yên Erûh û Şemzînanê hat dayîn."

ÇIMA DIHÊ Û ŞEMZÎNAN?

Ji bo tercîha cihê çalakiyan jî Dûran Kalkan got, "Ji ber ku di warê cografî, siyasî û eskerî de cihê herî stratejîk bû, cihê ku herî zêde derfet didan gerîla ev der bû. Em dikarin wiha bibêjin: Cihê ku mêhtingerî lê herî lawaz, welatperwerî herî xurt, cografya herî zêde çiyayî ev dever bû. Aliyekê wî Îran, aliyek Iraq, aliyê din Sûrî û di bin dagirkeriya Tirkiyeyê de bû. Deverek bû ku sînorên çar dewletan lê digihiştin hev yan jî li hev rast dihatin. Xwestibûn Kurdistana ku di nava van çar dewletan de hatibû parçekirin tine bikin. Naxwe, mirov dikare hêsanî û bi rehetî fêm bike ku ji vê devera ku sînorên çar dewletan li hev rast tên, mirov dest bi heyîkirina Kurdistanê bike. Bi ser de jî di navbera Îran û Iraqê de jî şer hebû. Her du dewletan eskerên xwe kişandibûn ser bereyan û li vê deverê kêm eskerên wan hebûn. Derfet hebû ji van hemûyan sûd bê wergirtin. Bi nirxandina van hemûyan hedef bû ew ku ji Botan a ku moxika pişta Kurdistanê ye, gerîla bikeve herêmê. Pratîka ku xwe sipart vê nirxandinê, gavên hatî avêtin encam bi xwe re anîn, serketin bi xwe re anîn."

DIJMIN CIDÎ GIRT, LÊ ŞIKEST

Li ser wê îdîayê ku dewleta Tirk çalakiyên Dihê û Şemzînanê cidî negirtine, Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan got, "Ev ne rast e. Li hemberî pêngava 15´ê Tebaxê şikestibû û ji xwe re li hincetan digeriya dewleta Tirk. Ev nîşana wê yekê ye ku haletî ruhiyeya şikestî hîna jî xwe weke ku neşikestibe nîşan bide. Ev hewldaneke pûç e. Ya rastî artêşa Tirk, dewleta Tirk û neteweperestiya Tirk ev 34 sal in beramberî gerîlayê Kurd bi caran têkçûye û şikestiye, lê hîna jî dibêje, ez neşikestime. Dibêjin, 'Artêşa Tirk bi ser ketiye, lê siyasetvan şikestine'.  Heta, dixwazin bibêjin, 'Me ew cidî negirtin, bi vî rengî bû'. Derew e. Kenan Evren mohlet da 24 saet, 48 saet 72 saet. Lê 34 sal derbas bûn, hestûyên Kenan Evren jî riziyan, belê gerîlayê Kurd li çar aliyên Kurdistanê li hemû çiyayan li ser piyan e û li ber xwe didin. Veguherî tevgerekê ku li dijî faşîzma DAIŞ'ê mirovahiyê diparêze.

Wan ev pêngav gelekî cidî girt. Heger cidî nedigirtin naxwe serekê cuntayê ji bo çi bi rojan li Botanê geriya. Ev îdîa bi tenê xwedanader a haletî ruhiyeya şikestî bû."