JINHA jî hat sansurkirin
Sansura li hemberî çapemeniya azad zêde dibe. Dema ku duh bi şev balafirên şer ên Tirk êrîşî Herêmên Parastinê yên Medyayê kirin, weşana malpera înternetê ya JINHA jî, hat astengkirin.
Sansura li hemberî çapemeniya azad zêde dibe. Dema ku duh bi şev balafirên şer ên Tirk êrîşî Herêmên Parastinê yên Medyayê kirin, weşana malpera înternetê ya JINHA jî, hat astengkirin.
Piştî ku Evrensel û Ozgur Gundem hedef hat nîşandan û tevî DÎHA, ANF, Rojnewsê 96 malperên înternetê hatin astengkirin, AKP êrîşên xwe yên li hemberî malperên rastiya şer vedibêjin, dewam dike. Duh bi şev dema balafirên şer ên Tirk ji nû ve êrîşî Herêmên Parastinê yên Medyayê kirin, weşana Ajansa Nûçeyan a Jin (JINHA) hat astengkirin.
Malpera venabe, lê ajans dikare ji adresa "jinha.com.tr" û di ser Facebook û Twitterê bê şopandin.