BI DÎMEN

Jin ji Festîvala Sakîne Cansiz re amade ne

Jin ji Festîvala Sakîne Cansiz re amade ne ku wê roja Yekşemê li bajarê Zûrîch ê Swîsreyê bê lidarxistin.

FESTÎVALA SAKÎNE CANSIZ

Amadekariyên ji bo Festîvala Jinê ya Sakîne Cansiz a 11'emîn ku wê roja Yekşemê li bajarê Zurîch ê Swîsreyê bê lidarxistin dewam dikin. Nêzî 30 sazî û înîsiyatîfên jinan piştgiriyê didin festîvalê. Civaka Demokratîk a Kurd a li Swîsreyê (CDK-S) û Yekîtiya Jinên Kurd a li Swîsreyê (YJK-S) ji bo festîvalê seferber bûne. Ji bo festîvala kuk amadekariyên wê yên teknîkî qediya ne, tenê çend roj mane. Li hemû bajarên Swîsreyê karên ji bo festîvalê dewam dikin.

Hevseroka CDK-S'ê Dîlan Çetînkaya li ser mijarê ji ANF'ê re axivî û anî ziman ku amadekarî hemû qediya ne û got, "Weke jinên Kurd ên li Swîsreyê dimînin em li nava malan digerin û jinên Kurdistanî û dostên xwe vedixwînin festîvalê. Bi belavokên ji zimanên cuda, bi danîna standinên agahdarkirinê em hewl didin festîvalê bidin naskirin û bikin ku tevlîbûneke xurt lê bê kirin."

Dîlan Çetînkaya diyar kir ku jinên Kurd pêşengiyê ji festîvalê re dikin lê belê gelek rêxistinên jinan ên femînîst ên Swîsreyî û partiyên siyasî jî tevlî festîvalê dibin.

Dîlan Çetînkaya got, "Di 30'ê Hezîranê de roja Yekşemê em li benda gelê xwe ne ku bi rengên xwe yên Kurdistanî tevlî festîvalê bibe. Bi kinc, xwarin û çanda xwe em ê li qadê bin."

LI HER DEVERA SWÎSREYÊ KARÊN FESTÎVALÊ DEWAM DIKIN

Aktîvîsta YJK-S'ê Hatîce Kandal jî bal kişand ser karên ji bo festîvalê yên li Cenevreyê û got, "Li her derê otobus hatine amadekirin. Ji qada Cenevreyê jî otobus amade ye. Em ê roja Yekşemê tevî gelê xwe li qada festîvalê bin."

Endama Dîwana Hevserokatiyê ya CDK-S'ê Tûba Yilmaz jî anî ziman ku ji bo festîvalê ew serdana malan dikin û mirovan vedixwînin festîvalê.

Ji Kantoan Valaîsê Berdevka Meclîsa Jinên Kurd Dîlan Pinar jî ragihand ku bi serdana malbatan ew jinan vedixwînin festîvalê û got, "Li qada me jî wesayit hatiye amadekirin. Em ê bi xurtî tevlî festîvalê bibin."

Endama meclîsa Jinê ya Lajîn a Lozanê Bahar Yeşîlyûrt jî diyar kir ku tevî malan wan serdana kampên penaberan kirine û jin vexwendine festîvalê.