Baskên Ege û Marmarayê ber bi Colemêrgê ve bi rê ketin

Li dijî desteserkirina îradeyê, “Meşa rêzgirtina li îradeyê” destpê kir. Meşvanên ku ji Îzmîrê bi rê ketin, wê li Enqereyê beşdarî çalakvanên ji Stenbolê bibin.

MEŞ DESTPÊ KIR

Li dijî tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Colemêrgê, bi pêşengtiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) “Meşa rêzgirtina li îradeyê” destpê kir. Baskên meşê yên Marmara û Egeyê bi rê ketin.

STENBOL

Parlamenterên DEM Partiyê Çîçek Otlu û Alî Bozan jî di nav de, gelek kes di saetên serê sibehê de li pêşiya Rêxistina DEM Partiyê ya Kadikoy a Stenbolê hatin gel hev. Meşvanan pêşmalkên “Qeyûm bicehime” li xwe kirin û beriya bi rê kevin daxuyanî dan.

Parlamenter Çîçek Otlu di daxuyaniyê de wiha got: “Di berxwedana Wanê de me Kurdan û gel, kedkar û tevgerên çepgir ên Tirkiyeyê nîşanî rejîma faşîst a AKP’ê da ku em ê bi tu awayî serî li ber wan netewînin. Piştî tayînkirina qeyûm, me Nobeta Edaletê ya bi dirûşma ‘Stenbol ji bo Colemêrgê li ser pêya ye’ da destpêkirin û ev nobet roj bi roj mezintir dibe. Ji Stenbolê heta Amed û Îzmîrê, ji Îzmîrê heta Samsun û Şirnexê, tevahiya gelan dibin yek û li dijî xespa qeyûmên rejîma AKP’ê têkoşînê mezin dikin.”

Otlu, bal kişand ser meşa ku dê ji Stenbolê heta Colemêrgê lidar bixin û wiha got: “Ev meşa edaletê tê wateya qebûlnekirina xespkirina îradeya gelê kurd. Ev meş, xwedîderketina li ked û azadiya xwe ye. Ev meş, bersiveke li dijî rejîma AKP’ê ye ku li Kurdistanê daristanan dişewitîne. Em ji bo parastina mafê xwe yê jiyanê ji Stenbolê ber bi Colemêrgê ve dimeşin. Em bi xwe dê hevşaredarên xwe hilbijêrin. Dê meşa me ya edaletê bidome, qeyûm dê biçin û em ê bimînin. Bijî têkoşîna yekbûyî.”

Piştî daxuyaniyê girseyê dirûşmên “Dê qeyûm biçin em ê bimînin” û “Bijî berxwedana Colemêrgê” berz kirin. Piştre jî 10 kesên di baskê meşê yê Stenbolê de cih digirin, ber bi Colemêrgê ve bi rê ketin.

Kom dê li her bajarê bi tevlîbûnên nû meşan lidar bixe.  

ÎZMÎR

Meşvanên li Herêma Egeyê jî li Îzmîrê hatin gel hev. Hevseroka DEM Partiyê ya Îzmîrê Vezan Karabulut, Hevseroka DEM Partiyê ya Mûglayê Neslîşah Çetînkaya û Parlamentera Îzmîrê Burcugul Çubk jî di nav de, gelek partiyî li pêşiya Nûnertiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Egeyê hatin gel hev. Beriya meşê daxuyanî hate dayîn. Di daxuyaniyê de pankarta “Şaredarî yên me ne, ne ji qeyûman re” hate hilgirtin û dirûşma “Bijî berxwedana Colemêrgê” hate berzkirin.

Hevserokê DEM Partiyê yê Îzmîrê Mehmet Kuruş di daxuyaniyê de axivî û got ku dê AKP neçar bimîne ku li hemberî berxwedana gel a biisrar paşvegavê biavêje. Kuruş, wiha domand: “Bi hincetên çêker û delîlên sexte, hevaşerdarê me yê bi îradeya gel hatiye hilbijartin hate girtin. Xwestin îradeya xelkê Colemêrgê xesp bikin. Xuyaye ku îktîdara AKP’ê dê vê polîtîkayê belav bike. Qeyûmê li Şaredariya Colemêrgê hatiye tayînkirin, ne tenê êrişeke li dijî gelê kurd e. Polîtîkayên qeyûm, darbe ye. Ji bo cîbicîkirina azadî, demokrasî û aştiyê divê pêvajoyeke têkoşînê destpê bike. Meşa ku em ê îro bidin destpêkirin, ‘meşa rêzgirtina li îradeyê ye.’ Meş dê li her aliyê Tirkiye û Kurdistanê bê lidarxistin. Armanca meşê ew e ku darbe bên berterafkirin û rêz ji bo îradeya gel were girtin.”

Piştî daxuyaniyê meşvan bi çepik, tililî û dirûşman ber bi Enqereyê ve bi rê ketin.