Ji zarokên Kurd ên li Ewropa ji bo zarokên Efrînê çalakî

Çalakiyê ji bo piştgiriya Efrîn ê ya li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ya ku bi rojane destpê kirî didomin. Zarokên li Dûîsbûrgê bi standa xwarinê ya vekirî dahata wê ji bo zarokên Efrînê şandin. Li Stûtgartê jî zarok bi UNICEF’ê re civiyan.

Êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk a li ser Efrînê di roja 24’an de ye. Çalakiyên piştgiriyê yên li dijî êrîşa dewleta Tirk a Berxwedana Serdemê re jî didomin. Li Bajarê Dûîsbûrg ê Elmaya ku bi rojane çalakî lê dom dike, ji zarokên NCKD a Dûîsbûrgê çalakiyek ya bi wate lidar xistin. Zarokên ku li salona NCKD a Dûîsbûrgê bi standa xwarinê ya vekirî, dahata ku hatî komkirin ji bo zarokên Efrînê şandin. Zarokê ji Êlihê û Azad ê Anatoliya Navîn jî pereyên ku kom kirîn ji bo zarokên Efrînê şandin. Zarokan di çalakiya xwe de pankartên bi nivîsa “Berxwedan jiyan e” û “Bijî Berxwedana Efrînê” vekirin û dirûşmên “Bijî Berxwedana Efrînê” qîrkirin û çalakiya xwe ya ku saet 12:00 destpê kirî saet 18:00’an bi dawî kirin.

STÛTTGART

Li bajarê Stûttgar ê Elmanyayê jî zarok û dayikên xwe UNICEF Stûttgar ziyaret kirin, bal kişandin ser zarokên ku di encama êrîşên dewleta Tirk de hatine qetilkirin.

Çalakiya ji aliyê platforma Êdî Bese Stûttgartê ve hate lidarxistin, jin bi zarokên xwe ve tevlî bûn.

Di çalakiyê de posterên bi renga reng ên li ser “Piştgiriyê bidin zarokên Efrînê”, “Li Efrînê bila zarok neyên kuştin! Bila biçin dibistanê” , “Bomberdûmana li ser Efrînê bidin rawestandin” û “Dest bi destê zarokên Efrînê” hatî nivîsîn hilgirtin.

Piştî mîtîngê çûn serdana buroya UNICEF’ê.

Ji UNICEF’ê Achîme Brûns zarok û dayik pêşwazî kir û bi wan re civiya. Rêveberên UNICEF’ê têkildarî rewşa zarokên hatin agahdarkirin.