Serokê Kongra-Gel Remzî Kartal ji bo zarkên Kurd ên ku di karesata Şînawê ya Pîranşarê de jiyana xwe ji dest dan peyamek sersaxî weşand û got: “Di vê bûyerê de tenê zarokên me neşewitîn, bi giştî dilê gelê me hat şewitandin. Ew kesên di vê wehşetê de berpirsyar in, pêwîste ji wana hesap bête xastin û bête darizandin.”
Serokê KONGRA-GEL Remzî Kartal bi boneya şewitîna dibistana Şînawê ya li Pîranşarê ku di encamê de 2 zarokên keç jiyana xwe ji dest dan û 37 jî birîndar in de peyamek weşand.
Peyama sersaxiyê ya Remzî Kartal wiha ye: “Li Rojhilatî Kurdistanê bajarê Pîranşehrê gundê Şînawê di dibastana zarokên keç de, di encama şewata derketîye de du zarok jîyana xwe dest dane, 37 zarok jî birîndar in, ji birîndaran jî wekî tê gotin 9 zarok rewşa wana giran e.
Ji ber vê felaketa mezin ji bo hemû malbatan û ji bo gelê me sersaxî û sebrê dixwazim, ji bo hemû birîndaran jî şîfayê xêrê dixwazim.
Di vê bûyerê de tenê zarokên me neşewitîn, bi giştî dilê gelê me hat şewitandin. Ew kesên di vê wehşetê de berpirsyar in, pêwîste ji wana hesap bête xastin û bête darizandin.
Ji ber vê bûyerê li Rojhilatî Kurdistan subê şîn hatîye îlankirin. Di rojan waha de hevgirtin û xwedî derketina gelê me pir girîng e. Xwedî derketina van zarokan, parevekirina êşa malbatan, pêwîst e her kes wek erkekî însanî û neteweyî ji bo xwe bizane.
Li ser vî esasî car din ji bo malbatên zarokan û ji gelê me re sersaxî û sebrê dixwazim.