Ji Lozanê heta Cinêvê bû yek dil: Efrîn

Roja yekem a meşa dirêj a ji Lozanê ber bi Cinêvê ve destpê kirî bi dawî bû, bi hezaran meşvanên tevahiya rojê bûn yek dil bi qîrkirina dirûşmên “Bijî Berxwedana Efrînê” û “Ji Ocalan re azadî” li kolanên Lozanê deng veda.

Di pêşengtiya Plaftorma Xwedîderketina li Efrîn a Ewropayê bi tevlîbûna 82 sazî û rêxistinan, rewşenbîr, akademîsyen, siyasetmedar, werzîşvan, nûnerên saziyên civaka sivîl, hûnermed ên ji gelek welatan û 200 enternasyonalîst jî di nav de 1000 kes bi dirûşmên “NY qirkirina li Efrînê rawestîne” û “Ji Ocalan re azadî” roja yekem a meşa dirêj ya ji Lozanê ber bi Cinêvê ve bi coş bi dawî kirin. Meşvanan komploya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kirin û ji bo azadiya Ocalan ji bo rawestandina qetlîmanên li Efrînê jî ji NY’yê daxwaza ketina tevgerê kirin.

ROJA YEKEM BI COŞ BI DAWÎ BÛ

1000 çalakvanên Efrînê yên ku bi daxuyaniya li pêşiya avahiya Peymana Lozanê ya ku Kurdistan kire çar parçe dest bi meşê kirin, bi coşeke mezin li gelek rê û kolanên navçeya Lozanê meşiyan û piştî meşa 7 km û şûnde roja yekem a çalakiya xwe bi dawî kirin.

NY QETLÎAMAN RAWESTÎNE

Meşvanên ku di meşa dirêj de pankartên “ji Ocelan re azadî, ji Kurdistanê re statû” û“NY qetlîama li Efrînê rawestîne” hildan , ji NY’ê daxwaz dikin ku bi lezgîn êrîşa dewleta Tirk a dagirker a li ser Efrînê rawestîne.

Di meşa dirêj a gelek gelên cuda hatin gel hev , alên PKK, PYD, YPG, YPJ bilindkirin de, di tevaya meşê de diruşmên“ Her cih Efrîn e, her cih berxwedan e”, “ NY bikeve tevgerê” û “ji Ocelan re azadî” hatin qîr kirin. Di meşa tevaya rê de belavokên têkildarî qetlîama sîvîlan a li Efrînê hatin belav kirin, di navberên bêhndanê de bi zimanên cuda li ber stran û sirûdan govend hate gerandin.

Meşvanên meşa dirêj a ku wê sibe ji bajarê Morgesê beşa duyemîn a meşê bidin destpêkirin, wê 16’ê Sibatê bi tevlîbûna 10 hezar kesan li ber derê Dewletên Yekbûyî ya Cenevre bi mîtîngekê meşa xwe bi dawî bînin.