Ji KNK’ê ji bo Karesata Şînawê peyama sersaxiyê

Ji KNK’ê ji bo Karesata Şînawê peyama sersaxiyê

Serokatiya Konseya Rêvebir a KNK’ê daxuyaniyek derbarê karesata li Pîranşarê de ku di encamê de dibistan şewitî û 2 zarokan jiyana xwe ji dest dan û 37 jî birndar bûn daxuyaniyek da. KNK’ê xemsariya rejîma Îranê şermezar kir û seraxiyê ji malbatên Kurd re xwest. Her wiha KNK’ê bang li gelê Kurd kir ku tevlî roja şînê ku dê pênçşemê li seranserê Rojhilatê Kurdistanê pêk bê bibin.

Roja 5’ê berfanbarê li Pîranşarê agir bi pola xwendekarên keç ên dibistana seretayî ya gundê Şînawê ya bajarê Pîranşarê ket. Di encamê de 2 jiyana xwe ji dest dest dan û 37 jî birîndar bûn. Hat diyarkirin ku rewşa 17 xwendekaran giran e. Serokatiya Konseya Rêvebir a Kongreya Neteweyî a Kurdistanê (KNK) derbarê karesatê de daxuyaniyek da.

KNK’ê got; “Dijminatiya kîndarî ya dagirkerên Kurdistanê, vê carê li Pîranşarê, gundê Şînawê bextreşiya xwe nîşan da û careke din bûne kujerê zarokên Kurd. Divê werê zanîn ku, sedema şewata li dibistana gundê Şînavê, mirina 2 zarok û birîndariya 37 zarokên kurd, Rejîma Mollayên Îranê ye.”

KNK’ê diyar kir ku divê were zanîn ku, şewata dibistana seretayî li gundê Şînawê komkujiyek e û got: “Dijminên dagirker her dem zarokên kurd hedef girtine û mînaka wê jî, li Suriye, bajarê Rojavayê Kurdistanê Amudê û li Tirkiyeyê, Bakurê Kurdistanê kuştina zarokên Kurd li kolanan e. Tê znaîn ku, di 13ê Mijdara 1960î de, 283 zarokên kurd, di Sinemeya Amudê de hatin şewitandin. Faşîzma AKPê jî, li Bakûrê Kurdistanê zarokên kurd li kolanan dikuje di girtîgehan de bi kiryarên rûreşî û bê exlaqiyê re rû bi rû dihêle. Ev siyasetek taybet e û pêwiste gelê kurd li hemberî vê siyaseta taybet ya dagirkerên Kurdistanê bêdeng nemîne.”

KNK’ê ragihan dku dewletên têkildarî xaka Kurdistanê, di çarçoveya Peymana Mafên Zarokan ya Navneteweyî de, sucê mirovahiyê dikin. Mixabin sazî û dezgehên navneteweyî yên pêwendîdar jî li hemberî vê komkujiyê bêdeng dimînin û wiha domand:

“Bi vê mebestê em bang li saziyên navneteweyî yên têkildarî maf û parastina zarokan dikin ku, li hemberî komkujiya zarokên kurd bêdeng nemînin. Em weke KNKê, helwesta kujerên dagirker û bêdengiya saziyên navneteweyî yên pêwendîdar bi tundî şermezar dikin.

Gelê Rojhilatê Kurdistanê, ji sedema şewata li dibistana gundê Şîravê, ji 13ê Kanunê heta bi 16ê Kanunê, 3 rojên şînê îlan kirine. Em şîna li dijî helwesta dagirkerên Mollayên Iranê destek dikin û bang li gelê çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat teva dikin ku tevlî şîna komkujiya zarokên kurd ya li Pîranşarê gundê Şînawê bibin.”

KNK’ê got; “Em weke KNKê, ji malbatên ku zarokên xwe winda kirin û tevahiya gelê Kurdistanê re sersaxiyê dixwazin; ji zarokên ku bi giranî birîndar bûne û jiyana wan ketiye bin metirsîniyek mezin û demdirêj de, şîfayê dixwazin.

Em weke KNKê vekirî dibêjin ku ji komkujiya li dibistana gundê Şîranê rejîma Molleyên Iranê barpirsiyar e û em, vê kujeriya rejîma Mollayên Îranê û helwesta tevahiya rejîmên dagirkerên Kurdistanê bi tundî şermezar dikin. Pêwiste her kes, xwendekar, jin, ciwan, zarok, kal, li dijî komkujiyên li ser zarokên kurd şermezar bikin. Pêwiste gelê me zanibe ku kiryarên hêzên dagirker û kujer, li ser gelê kurd ne qeder e. Şerê dijwar yên deh salan jî ev qeder têkbiriye. Divê gelê Kurd, partiyên siyasî, sazî û dezgehên kurd vê rastiyê bibînin, fam bikin û helwesta xwe li gorî vê rastiyê biguherin.”

KNK diyar kir ku di vê pêvajoya ku gelê kurd di rojeva cîhanê de ye û li Rojhilata Navîn jî bûye aktorê sereke yê çareseriya pirsgirêka gelan û wiha pê de çû: “Yek dengiya li dijî komkujiyên weke gundê Pîranşarê Şînawê giring e û wê bibe stuna bingehîn ya dahatuya gelê kurd ya azad.”

KNK’ê ev bang kir; “ Em weke KNKê bang li gelê kurd, partiyên siyasî, sazî û dezgehên kurd teva dikin ku, di şîna gelê Rojhilatê Kurdistanê de, gundiyên Şînawê bi tenê nehêlin û dengê xwe bilind bikin. Her dengê ligel gelê Rojhilatê Kurdistanê û gundê li Şînawê wê bibe qîrên û awaza azadiya li çar parçeyên Kurdistanê û dilê dagirkerên Kurdistanê parçe bike.

Car din em helwesta Rejîma Mollayên Îranê û komkujiya li gundê Şînawê bi tundî şermezar dikin û bang li tevahiya gelê Kurd dikin ku, ligel gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê cih bigirin.”