Hevserokên BDP’ê ji cigirê serokê BDP’ê yê Şirnexê Yusuf Ugur ku di encama qezaya trafîkê de jiyana xwe ji dest da, peyamek weşnad û malbat û gelê Şirnexê re sersaxî xwest.
Cigirê BDP’a Şirnexê Yusuf Ugur roja înê ji bo ku biçe hevdîtina girtiyên xizmên xwe diçû Amedê û di rê de qezaya trafîkê kir. Ugur duh êvarê li nexweşxaneya ku dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da. Hevsrokên BDP’ê Selahattîn Demîrtaş û Gulten Kişanak ji bo Ugur peyama sersaxiyê weşand.
Di peyama hevserokên BDP’ê de wiha hat gotin: “Ugurê ku bi salane di nav her şert û mercî de di nava siyasetê de cih digirt, ji aliyê gelê Şirnexê ve gelek dihat hezkirin. Em ji ber wendahiya wî din ava xemginiyê de ne. Em sersaxiyê ji malbat û gelê Şirnexê dixwazin û dibêjin bila xwedê rehma xwe lê bike.”