Ji ERGF peyama ji bo şehîdên Pirsûsê

Eniya Rizgariya Gel a Fîlîstînê (ERGF) ciwanên SGDF'yî Yên di êrîşa AKP-DAIŞ'ê ya li Pirsûsê de şehîd ketin bibîr anî û diyar kir ku ew piştgiriyê didin şoreşgeran.

Eniya Rizgariya Gel a Fîlîstînê (ERGF) bi peyameke nivîskî şehîdên Pirsûsê bibîr anî û diyar kir ku piştgiriya wan a ji bo SGDF wê dewam bike.

Di peyamê de wiha hat gotin:

"Hevrêyên hêja yên ji Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst;

Em we bi hestên herî germ ên ji nava têkoşînê silav dikin.

Em pê hesiyan ku we 32 têkoşer û destekdarên xwe li Pirsûsê di êrîşeke tirsonek de winda kirine.

Em ji saziya we û malbatên şehîdan re sersaxiyê dixwazin, ji dil ve piştgiriyê didin we û bawer dikin ku têkoşîna we ya rewa û bi rûmet, tevî hemû êrîşên tirsnak ên terorê jî wê xurttir bibe."