Ji EMEP’ê li dijî cezayên hatine birîn bertek

Ji EMEP’ê li dijî cezayên hatine birîn bertek

Seroka Giştî ya Partiya Kedê (EMEP) Selma Gurkan bertek nîşanî 3 sal û mehek cezayê ku li seroka Navenda Edeneyê Sevîl Araci û nûnerê navendê Tugay Bek hatiye birîn, da û got ku kesên demokrasiyê dixwazin dê li dijî cezayan bê deng nemînin.

Gurkan daxuyaniyek nivîskî da û diyar kir ku der barê du rêveberên BDP’ya Edeneyê de bi hincetaku tevli xebatên hilbijartinê yên ji bo Murat Bozlak bûne û tevli daxuyaniya bûne, bi îdiaya ‘endamtiya rêxistinê’ doz hat vekirin û ligel daxwaza beraatê ya dozdger dadgehê 3 sal mehek ceza da rêveberan.

Gurkan wiha pê de çû: “Weke hemû darazên din yên siyasî, di vê dozê de jî ne ku Sevîl Araci Bek û Tugay Beg hemû mafên mirovan, azadiya ramanê, demokrastî, mafê parastinê, pêkanîna siyasetê, azadiya rêxistibûnê hat cezakirin. Ji ber seroka navena partiya me û rêveberê navendê Sevîl Araci Bek û Tugay Bek di heman demê de parêzvanên mafê mirovan, parêzer, neferên têkoşîna demokrasiyê ne. Di heman demê de siyasetmedar in. Her tim û di demên zehmet de li gel karkerên ku ji kar hatine avêtin, yên mafên wan hatine xespkirin, jinên rastî şîdetê hatine, siyasetmedarên ketine zehmetiyê bûne. Parastina wan girtine ser xwe. Ji ber vê yekê ye ku divê ew bihatana bê dengkirin û cezakirin.”

CEZA DÊ WAN BÊ DENG NEKE

Gurkan da zanîn ku ev doz bi giştî ji sûcdariyên bê esil hatiye vekirin û got: “Bê guman ne cezayên girtîgehê, ne daraz, ne girtin, ne bi biçavkirin dê dengê kesên li adelet, maf, wekhevî û azadiyê digere dê qut neke. Em wekê partî dê li dijî vê bêhiqûqiyê rawestin.