Ji Davutoglu gefa banga ji bo 1’ê Mijdarê
Ji Davutoglu gefa banga ji bo 1’ê Mijdarê
Ji Davutoglu gefa banga ji bo 1’ê Mijdarê
Serokwezîrê Tirk Ahmet Davutoglu daxuyaniyek der barê bangên ji bo çalakiyên ji bo ‘Roja Kobanê ya Cîhanê’ ku wê bi banga navdarên navneteweyî Bakurê Kurdistan, Tirkiye û tevayî cîhanê bê lidarxistin de da û gef li HDP û gelê Kurd xwar.
Serokwezîrê Tirk Ahmet Davutoglu gef li Kurdan û HDP’ya ku ji bo çalakiya “Roja Kobanê ya Cîhanê” ya ku wê 1’ê Mijdarê bê lidarxistin, bang kir, xwar.
Serokwezîrê Tirk Davutoglu careke din HDP’ê weke berpirsê çalakiyên 6-7’ê Cotmehê bi armanca piştgiriya bi Kobanê re pêk hatin, destnîşan kir û ji ber banga ji bo tevlîbûna çalakiya “Roja Kobanê ya Cîhanê” HDP’ê weke hedef nîşan da.
Davutoglu bersiv da pirsên rojnamevanan û ji ber banga HDP’ê ya ji bo çalakiyên 1’ê Mijdarê got: “Ev yek nîşan dide ku HDP’ê ji bûyerên qewimîne ders dernexistine.” Davutoglu hemû çalakiyê bi armanca piştgiriya Kobanê re weke “bûyerên tundiyê” bi nav kir.
Davutoglu îtîraf kir ku wan ji bo êrîşên li dijî çalakiyên 1’ê Mijdarê ferman daye walîtiyan.