Ji bo zarokên xwe li eniya berxwedanê ne

Lamîa Cemal ku zaroka xwe ya çar salî li malê hişt û berê xwe da eniya berxwedanê got, "Min ji zaroka xwe re got ku ji bo welatê xwe diçim. Ji ber ku biçûk e zêde fêhm nake, lê belê wê rojekê fêhm bike ku ji bo wan e."

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên ji bo dagirkirina Efrînê, her wiha berxwedana gel û şervanên Efrînê ya li dijî dagirkeriyê di roja 25'an de ye. Gel û hêzên xweparastinê yên Efrînê ku li dijî dagirkeriyê li ber xwe didin, bi biryar in ku rê nedin dagirkeriyê.

Endamên Asayîşa Jinê ya Rojava ku li refên herî pêş ên berxwedanê tevî şervanên YPG/YPJ'ê li ber dagirkeriyê radibin, tevî ku heta niha gelek şehîd dane jî bi biryardarî cih û warê xwe diparêzin. Endamên Asayîşa Jinê ya Rojava yên navçeya Mabeta ya Efrînê ji ANF'ê re axivîn û gotin, berdêla xwe çi dibe bila bibe ew ê axa xwe biparêzin.

Yek ji endamên Asayîşa Jinê Lamîa Cemal e ku li eniya berxwedanê cih digire. Lamîa dayika zarokeke çar salî ye. Ji bo cih û warê xwe biparêze her roj neçar dimîne zaroka xwe li malê bihêle û berê xwe bide eniya berxwedanê. Lamîa Cemal dibêje ku ji bo parastina jinan ew li nava Asayîşê ye û wê ti carî cih û warê xwe neterikîne.

Ji bo pirsa "Dema ku hûn tên eniya, zaroka we napirse ku bi ku ve diçe?" Lamîa vê bersivê dide: "Bêguman dipirse. Ez jî jê re qalê dikim. Dibêjim ku ji bo ax û welatê me diçim. Ji bo xizmetê ji gelê me re bikim diçim. Ji ber ku biçûke e zêde fêhm nake, lê wê rojekê fêhm bike ku ji bo wan e."

Endama Asayîşa Jinê Xalîde Mihemed jî dibêje ku ew axa xwe diparêzin: "Felsefeyeke me heye. Felsefeya Rêberê me. Dijmin nikare bi wê felsefeyê. Şer li dij îlan dike. Em jî wê felsefeyê diparêzin."

Xalîde Mihemed destnîşan dike ku li eniyê ew li gel şervanên YPG/YPJ'ê li ber xwe didin û wiha dewam dike: "Em hêz û moralê didin hev. Em moralê didin wan, ew moralê didin me. Ji ber ku em ji bo heman armancê şer dikin."

Endama Asayîşa Jinê Dilîşan Omer jî tîne ziman ku wan heta niha axa xwe parastine û wê ji niha û pê ve jî biparêzin: "Her tişt ji bo axa me ye, her tişt ji bo şerefa me ye."