Ji bo yê lêxist 1,5 sal, ji bo yê serê wî şeq bû 5 sal ceza

Ji bo yê lêxist 1,5 sal, ji bo yê serê wî şeq bû 5 sal ceza

Li Enqereyê piştî maşîneya polîsan li hevsera wî ya ducanî xist,, Evrîm Lulecî ket ber dozan. Ji bo Lulecî yêl ku ji aliyê polîsan ve hate birîndarkirin 5 sal cezayê girtîgehê tê xwestin û ji bo polîs Lulecî birînda rkir jî salek û nîv cezayê girtîgehê tê xwestin.

Lulecî giliyê polîsê ku serê wî birîn kir, kir û lê bi îdîanameya ji aliyê dozgeriyê ve hate amadekirin, ne polîs, belê Lulecî bû bersuc.

Dozgerê Komarê yê Enqereyê Atîlla Ceylan derbarê Lulecî de di îdîanameya derbarê bûyerê de amade kir de, bi hincetên “Lulecî li hemberî polîsên ku xwestine wî binçav bikin li ber xwe daye, li dijî peywirdaran rabûye” û “heqaret li peywira peywirdarên gelemperiyê kiriye” heta 9 sal û 5 meh cezayê girtîgehê xwest.