BI DÎMEN

Ji bo şervanê YPG'ê yê Amerîkî Israel merasîm hate lidarxistin

Ji bo şervanê YPG'ê Mîchael Israel ê Amerîkî merasîmek hat lidarxistin. Malbata Israel li merasîmê axivî û diyar kir, kurê wan ji bo cîhaneke wekhev têkoşiya ye.

Şervanê YPG'ê Mîchael Israel ê Amerîkî, di 24'ê Mijdarê de ji ber bomberdûmana balafirên şer ên Tirk jiyana xwe ji dest da bû.

Cenazeyê Israel gihîşt malbata wî ya li Calîfornîayê.

Cenazeyê Israel ku weke 'Robîn Agirî' jî tê naskirin, li balafirgeha Sasn Francîscoyê ji aliyê endamên Navenda Civaka Kurd a Calîfornîa û koma sosyalîst ve hat pêşwazîkirin, ku Israel jî endamê vê komê bû. Piştre konvoya ji Kurdan û Amerîkiyan, tevî cenaze berê xwe da bajarê Lodî, ku 2 saetan dûrî San Francîsco ye û malbata wî lê ye.

Li vê derê merasîmek hate lidarxistin. Merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir û piştre sirûda Ey Reqîp hat xwendin.

MALBAT AXIVÎ

Bav Israel li vir peyivî û anî ziman, kurê wî ji bo cîhaneke wekhev hez dikir rîskê bide pêş çavên xwe û wan heta dawiyê destek dane biryarên wî.

Dayik Israel jî got, "Kêfxweş im ku we, Kurdan li vir dibînim. Ji ber ku we em bi tenê nehiştin, çiqasî spasiya we bikim, kêm e."

Li ser navê Navenda Civaka Kurd a Calîfornîayê Neo Dilxweş jî got, "Mîchael wê heta bi hetayê di dilê Kurdan de bijî. Pîrozbahiya Newrozê ya di dema nêz de bê organîzekirin wê ji bo bîranîna wî û felseya jiyana wî be."