Ji bo meşa navendî ya li Strasboûrgê banga tevlîbûnê hate kirin

Hevserokatiya CDK-F'ê ji bo meşa navendî ya li Strasboûrgê ku wê di salvegera 19'an a komploya navneteweyî de bê lidarxistin banga tevlîbûnê kir.

Hevserokatiya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Fransayê (CDK-F) bi wesîleya meşa navendî ya roja Şemiyê ya li bajarê Strasboûrg ê Fransayê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de bal hate kişandin ser komploya 15'ê Sibatê ya navneteweyî ku dikeve sala 20'an û hat gotin, "Jiyana wekhev û aştiyane ya gelên Rojhilata Navîn, hevgirtina azad û demokratîk bi azadiya Birêz Ocalan û pêkanîna projeya neteweya demokratîk dibe. Berxwedan û têkoşîna Birêz Ocalan ku ji bo çareseriya hemû pirsgirêkên gerdûnî hêvî ye, êdî bûye xwedî karaktereke enternasyonal. Ji berxwedana serdemê ya li Efrînê jî ev rastî careke din eşkere bûye.

CDK-F'ê diyar kir ku afirînerê paradîgmaya ruhê berxwedana Efrînê Ocalan e û bang kir ku ji bo azadiya Ocalan her kes 17'ê Sibatê roja Şemiyê tevlî meş û mîtînga li Strasboûrgê bibin.

Li gorî daxuyaniyê, meş wê roja Şemiyê saet 10'an li bûlvara Metz a li ber gara trenê dest pê bike.