Ji bo kampanya 'Erdogan not welcome' banga tevlîbûnê hate kirin

Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk dest bi kampanya 'Erdogan not welcome' kir.

Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk daxuyaniyeke nivîskî weşand û ji bo geşkirina têkoşîna hevgirtî ya li dijî Erdogan ê dîktator banga şermezarkirina hatina Erdogan a Elmanyayê hate kirin.

Di daxuyaniyê de êrîşên rejîma Erdogan ên li Tirkiye, Bakurê Kurdistanê, dagirkirina Efrînê, êrîşên li ser Rojava û Başûrê Kurdistanê hatin bibîrxistin û işaret bi bêdengiya hikumet û saziyên navneteweyî hate kirin.

Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk diyar kir ku welatên Ewropayê ji ber peymanên xwe yên qirêj, firotina çekan û berjewendiyên aboriyê nirxên mirovaniyê binpê dikin.

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin, "Elmanya ku destekkirina Erdogan ê dîktator û faşîzma AKP-MHP têra wê nake,  Erdogan ê dîktator dawetî Elmanyayê kiriye û bi vî rengî Erdogan ê ne rewa meşrû dike û derbê li wijdan û nirxên mirovahiyê dixe."

Di daxuyaniyê de hate ragihandin, Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk ku ji dehan saziyên Kurdistanî û Tirkiyeyî pêk tê, roja 10'ê Tebaxê li Kolnê li hev civiyan û biryar dan ku bi dirûşma 'Erdogan not welcome' dest bi kampanyayê bike.

Hate gotin ku di çarçoveya kampanyayê de wê 29'ê Îlonê li Berlînê meşeke girseyî bê lidarxistin.

Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk diyar kir ku ji bo kampanyayê bi partiyên siyasî, sendîka, rêxistinên civakî yên sivîl, tevgerên aştiyê, rewşenbîr û akademîsyenên li Elmanyayê re organîze bikin, wê 25'ê Tebaxê bi beşdariyeke berfireh civînek were lidarxistin.

Di daxuyaniyê de bang li hemû saziyên Kurd, Tirk, Asûrî-Suryanî, Laz, Çerkes, Ermenî, jin, ciwan, Elewî, Misilman, Xiristiyan, Êzidî hate kirin ku tevlî civîna 25'ê Tebaxê ya li Berlînê bibin.

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin, "Bi beşdariya li civîna 25'ê Tebaxê re weke bloka wekhevî û demokrasiyê ya li dijî Erdogan ê dîktator, em çalakiyên hevpar organîze bikin."