Ji bo dîtina Rêberê Gelê Kurd serlêdaneke din hate kirin

Ji bo dîtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê ku 39 meh in bi ti awayî agahî ji wan nayê wergirtin, parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê serlêdaneke din kirin.

Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Rezan Sarica, Raziye Ozturk, Faîk Ozgur Erol û Mazlûm Dînç ji bo karibin muwekîlên xwe Abdullah Ocalan, Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş bibînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.

Têkiliya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a bi derve re bi temamî hatiye birîn. Bersivek ji serlêdanan re nayê dayin û carna jî piştî bi mehan ji parêzeran re cezayê dîsîplînê weke hincetê tê nîşandan.