Ji ber protestokirina şewatê cezayê trafîkê li Tûnç hate birîn

Hunermend Ferhat Tûnç ji ber ku tevlî prostestokirina şewatê bû, ‘cezayê trafîkê’ lê hate birîn.

Hunermend Ferhat Tûnç ê ku li dijî şewatên artêşa Tirk a dagirker têdikoşe, di 28’ê Tebaxê de ji ber protestokirina şewatê cezayê trafîkê lê hate birîn.

Dewletê rêya Pulur û Pûlûrimiyeyê li heyeta HDP’ê girtibû. Heyetê jî li ser rêya Xarpêt-Dersimê çalakiya rûniştinê li dar xistibû.

Ji ber vê sedemê cezayê trafîkê li Ferhat Tûnç hate birîn.

TÛNÇ: QEY JI AKP’Ê RE PERE LAZIM E

Tûnç nerazîbûn nîşanî biryarê da û got ku, “Parlementerên HDP’ê dema ku hatin bajêr, dewletê hemû rê li ber wan girt. Ya rast dewlet bi girtina rêyan sûcan dike. Li gorî dewletê daxwaza min a vekirina rêyan, min qanûnên trafîkê bin pê kiriye. Êdî mirov nikare şaş jî bibe. Qey qaseya dewletê vala ye û pere ji wan re lazim e.”