Ji 3’yê Tebaxê heta bi 15’ê Tebaxê: Şengal

Êrîşkar diyar e, lê kê îstîxbarat daye? Hevkarên sûc kî ne? Ji kîjan navendan ev nûçe dihatin rêvebirin? Bersiva van pirsan zor xuya nakin. Lê teqez e, wê encamên her êrîşê hebin.

Şengal; cih û warê Êzîdiyan. Bi kêmanî 6 hezar salî ye. Li ser vê xakê gelek caran ferman li Êzidiyan rabûn. Çand, avaniya etnîkî, bawerî û nêrîna wan cîhanê gelek caran ji bo van komkujiyan bûn sedem.

Bi demê re rûyên komkujiyan, nasnameya wan guherî lê hişmendiya wan weke xwe ma. Van salên dawî komkujî tim bi heman nasnameyê pêk hatin. Tenê destên ku çek digirtin cuda bûn.

JI SAHNEYA VEKIRINA FÎLMÊ TIRSÊ BER BI HOVÎTIYÊ..

Sehneya destpêkê ya fîlmê tirsê Exorcîste yê Wîlîam Frîedkîn ku 1973'an derketibû, li Şengalê hatibû kişandin. Piştî bi 41 salan hovîtiyeke ku ne kêmî ya vî fîlmê tirsê bû rû da. Komên bi kincên reş, mîna ku ji 'dojehê' derketibin, ku mijara baweriyên dînî ne, êrîş birin ser Şengalê. Çi dikete ber wan tine dikirin. Dîrok bi hovîtiyê tije bû. Pêkan bû ku mirov gelek tiştan li pênaseya hovîtiyê zêde bike. Êdî ya ku rû dida ne destpêka fîlmekî tirsê bû, bi halê xwe yê xwerû hovîtî bû. Li van xakan derbarê dîrok, çand, bawerî, felsefeyê û jiyanê her çi hebûya hate xwestin ku were tinekirin. 3’yê Tebaxa 2014’an hem  hovîtiyeke serdemeke nû, hem jî li ser navê mirovahiyê jiyanê serdemeke nû bû. Temsîla hovîtiyê DAÎŞ û paşmêran wan dikirin. Temsîla têkoşîna azadiyê û mirovahiyê jî gelê Şengalê û berevanên wan şervanên PKK'ê dikirin.

3’YÊ TEBAXÊ

Bi hezaran kes hatin kuştin, bi hezaran hatin revandin, jin kirin statûya koleya zayendî, li bazaran hatin firotin, êşkence û tecawizên ku nayên bîr û xeyala mirov hatin kirin. Plana qirkirinê hatibû danîn, dem û cihê wê hatibû diyarkirin. Cih Şengal bû û hedef civaka Êzîdî û di şexsê wan de Kurd bûn. Lê bi sed hezaran ji wan, li derveyî hesêb, ji hêla şervanên PKK’yî ve, bi mudaheleyeke însanî hatibûn rizgarkirin û miraza wan pêk nehatibû ku qirkirinê weke ku wan danîbû ber xwe, bi rengê ku wan dixwest, li cih û dema ku wan dixwest pêk were.

Piştî van êrîşan Şengal tim bû hedef. Hişmendiya ku êrîş dianî tim eynî hişmendî bû. Hêza sereke ya li pişt tim dewleta Tirk bû. Di êrîşên DAÎŞ’ê de jî ev neguherî. Şengaliyên ku rêveberiya xweser ava dikirin vê carê yên herî nêzî wan êrîş bi ser wan de birin. Ên ku rê dane çeteyên DAÎŞ’ê jî ew bûn. PDK ya Mesûd Barzanî gelek caran bi helkefta provakatîf rabû, ev gelek caran bi rengekî vekirî kire rengê êrîşê.

ÊRÎŞÊN PDK’Ê Û PAŞXANA WÊ

Êrîşên herî beloq û bi encamên giran êrîşên Adara 2017’an bûn. Koma bi navê 'Pêşmergeyên  Roj' a ku PDK’ê rêxistiniya wan kribûn, 3’yê Adarê êrîş birin ser bajarokê Xanesorê. Nûçegihan Nûjiyan Erhan ku li pey nûçeyan bû şehîd bû.. Ji serê xwe derb xwaribû. Di şer de her wiha 5 şervanên YBŞ’ê jî şehîd bûbûn. Balkêş e, beriya van êrîşan bi demeke kurt 26’ê Sibatê Serokwezîrê Herêmê  Mesûd Barzanî serdana Tirkiyeyê kiribû. Muxatabê Barzanî Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan û Serokwezîrê wê demê Bînalî Yildirim bû. Weke her carê nehate gotin bê ka naveroka axaftina wan çiye.

Piştî bi 2 hefteyan Şengaliyan ji bo ku êrîşan protesto bikin, 17’ê Adarê çûne cihê ku hêzên PDK’ê lê bûn, dîsa êrîş bi ser wan de anîn. Li vir jî kesek şehîd bû û 10 kes birîndar bûn.

Piştî bi mehekê rasterast dewleta Tirk kete dewrê. 24’ê Nîsana 2017’an balafirên şer ên Tirk bi hevdemî êrîş bire ser Rojava û Şengalê. Yek ji hedefa êrîşan Navenda Fermandariya YPG’ê ya li Çiyayê Qereçoxê ya nêzî navenda Dêrikê bû. Hedefa dî ya êrîşê Şengal bû. Piştî êrîşên ser Şengalê dîsa berê tîran çû ser hevkariya sûc a  PDK’ê ya bi dewleta Tirk re.

DEMA ÊRÎŞÊ, NÎŞANEYÊN KU HEVKARIYA SÛC NÎŞAN DIDIN

Li Şengalê her ku rêveberiya xweser geş bû gefên dewleta Tirk zêdetir bûn. Van mehên dawî dewleta Tirk gelek caran gef li Şengalê xwarin. Ev gef gelek caran bûne êrîş jî. Şengal piştî ku dîktatoriya Erdogan fermî bû dîsa bû hedef. Di demeke wiha de ku li Tirkiyê krîzeke giran a aborî heye, li Başûr û Rojava êrîşên dagirker dom dikin, têkiliyên bi PDK’ê re geş dibûn û herî dawî piştî serdana Serokwezîrê Iraqê Haydar Ebadî ya 14’ê Tebaxê ya li Enqerê ev êrîş pêk hat. Li pişt perdê çi hate axaftin, çi bazar hatin kirin, PDK hesabê çi dike, Ebadî li kûdera êrîşê ye? Gelek pirsên li benda bersivan, lê hemû jî gumanan bi xwe re tînin.

HEVKARIYA SÛC Û ENCAMÊN TEQEZ

Êrîşa dawî di salvegera 34’an a pêngava 15’ê Tebaxê de, ku cara pêşî gule li dijî dewleta Tirk hatibû teqandin pêk hat. Çima di vê dîrokê de Şengal bû hedef, armanc çi bû, kê îstîxbarat da? Hedef Endamê Koordînasyona Êzîdiyên Şengalê Zekî Şengalî (Îsmaîl Ozen) bû. Şengalî di êrîşê de şehîd bû. Êrîş saet 16.00’an bi balafirên şer çêbû. Hê saetên peşî, hê encamên êrîşê ne diyar bûn, medyaya bi ser rejîma Tirk a faşîst ve û medyaya PDK’ê, ragihandin ku Zekî Şengalê bûye hedef û şehîd bûye. Êrîşkar diyar e lê îstîxbarat kê daye? Hevkarên sûc kî ne? Ev nûçe ji kîjan navendan vê têne rêvebirin? Bersiva van pirsan zor xuya nakin. Lê her êrîşek teqez wê encamên xwe hebin.