Ji 20'ê Çileyê ve Kurdên li Ewropayê ji bo Efrînê li ser piyan e

Kurdistaniyên li Ewrûpayê dijîn ji 20’ê Çileyê ve bênavber şev û bi roj li kolana ne. Çawa ku di êrîşên bi ser Kobanê de Kobanê tenê nehiştin, vê carê jî li her welatê Ewrûpayê ji bo Efrînê li ser piyan in.

Ev demek dirêj bû ku Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan ê bi dek û dolaban pergala xwe ya yek zilamî xiste meriyetê, li hember Efrînê gef dixwarin. Piştî hilbijartinên giştî yên di 07’ê Hezîrana 2015’an de heviya Erdogan ku karibe Kurdan bi hin tiştên biçûk bixapîne şikest û êrîşên li hember Kurdan hew veşartî pêk anîn.

Dewleta Tirk a faşîst doh hevkarê xwe DAÎŞ şandibû ser Kobanê, îro jî bi awayekî eşkere ew bixwe êrîşî Efrînê dike. Çeteyên wê jî alîkariya wê dikin. Lê vê carê Erdogan nikarîbû hêviya xwe tenê bi çetêyên xwe yên li Kobanê, Mimbic û Reqayê têk çûn ve girê bide. 

Erdogan ji bo emrê desthilatdariya xwe di hilbijartinên bê de dirêj bike dîsa serî li şidetê da. Di 20’ê Çileyê de operasyona ‘çiqlê zeytûnê’ li hember Efrînê dest pê kir. Artêşa duyem mezin a NATO’yê û çeteyên pê ve girêdayî bi sembola aştiyê ya gelek ol û bawerî, çandan ji 20’ê Çileyê ve êrîşî Efrînê dikin. Bi sembola aştiyê ‘çiqlê zeytûnê’ ji hewayê û bejahî şerekî qirêj li hember Kurdan dike. Li Efrîna ku bi darên xwe yên Zeytûnê û zeytûnên tama wan xweş navdar e.

Kurdistaniyên li Ewrûpayê dijîn ku bi salan e dûrî xaka xwe ne, dibe ku gelek ji wan li derveyî welat ji dayîk bûne û qet xaka welatê xwe nedîtibin jî, Efrîn tenê nehiştin. Çawa ku wan Kobanê tenê nehişt, her wiha ew xwedî li Efrînê jî derdikevin. Ji 20’ê Çileyê û vir ve Kurdistaniyên li Ewrûpayê dijîn li ser piyan e. Her çiqas hêzên navdewletî li hember êrîşên dewleta Tirk a dagirker bê deng bin jî, hêzên civakî yên navnetewî dostên Kurdan, mirov û beşên alîgirê demokrasî û azadiyê piştgiriyê didin Efrînê û çapemeniya cîhanê jî rexneyan li êrîşên li hember Efrînê û bêdengiya hêzên navdewletî dixwe.

Kurdistaniyên li Ewrûpayê dijîn heta niha jî li welat, bajar û rêyên curbe cur ên Ewrûpayê çalakiyan pêk tînin. Kurdistanî ji bo ku êrîşên dagirker ên artêşa Tirk û çeteyên wê şermezar bikin, piştgiriyê bidin Efrînê û bala raya giştî ya Ewrûpayê bidin ser Efrînê li kolan û qada ne. 

Ka em binerin, Kurdistaniyan ji 20’ê Çileyê ve kengî û li ku çi çalakî li dar xistin:

20’Ê ÇILEYÊ

* Li paytexta Îngilîstanê Londonê (Li bajarê ku Ş. Fîraz Dag ‘Mehmet Aksoy’ pêşengiya gelek çalakiyan kiriye) li pêşiya Sefaretxaneya Tirkiyê bi sedan Kurd û dostên wan çalakiya protestoyî pêk anîn.

* Li bajarên Elmanya Munchen, Hamburg, Munster, Mannheim, Kassel, Frankfurt, Giessen, Bremen, Stuttgart, Saarbrucken, Freiburgê Kurdistanî bi carekê daketin kolanan. Wan li pêşiya garên Trênê, Seferatxaneyan, parlamentoyan, li qadan û kolanan çalakiyên xwe bi roj û bi pêk anîn. 

* Li paytexta Fransa Parîsê û bajarên wê Motpellier, Rennes, Marsîlya, Toulusê Kurdistanî li qada bûn, bi çalakiyên xwe yên li pêşiya Seferatxaneyên Rus piştgiriya Rusyayê ya ji bo êrîşan şermezar kirin.

* Li bajarên Swîsre Lozan, Bern, Basel, Zurichê Kurdistaniyan bi meş û mitîngan êrîşên li hember Efrînê şermezar kirin.

* Li Avûstûryayê li paytext Viyanayê û li bajarê Tîrol êrîşên li hember Efrînê hatin protestokirin.

* Li bajarê Osloyê yê Norwecê, Aalborg a Danîmarkaye, Den Haagê ya Hollandaye, Kopenhagena Danîmarkayê û Bruksela Belçîkayê Kurdistanî li qadan bûn, êrîşên dewleta Tirk û bêdengiya Ewrûpayê şermezar kirin.

21’Ê ÇILEYÊ

Roja piştre jî li welatên Fransa, Îtalya, Elmanya, Swîsre, Fînlandiyayê bi hezaran Kurdistanî û civakên din ên alîgirê demokrasî û azadiyê ji bo şermezarkirina êrîşên li hember Efrînê li qadan bûn.

22’Ê ÇILEYÊ

Her roja derbas bû çalakiyên li Ewrûpayê zêde bûn. Li Leipzig, Kopenhag, Cardîf, Newport, London, Ticîno, Viyana, Bern di 22’ê Çileyê de bi hezaran mirovan li hember êrîşan dengê xwe bilind kirin. Li Cenevreyê Kurdan li pêssiya avahiya Netewên Yekbûyî bêdengiya wê şermezar kir.

23’Ê ÇILEYÊ

Kurdên li Rusya û Fransayê dijîn êrîşên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin. Herwiha li pêşiya Konseya Ewrûpayê wekîlên Partiya Çep a Elmanyayê, yên HDP’ê û gelê Kurd bang li NY’yî kir ji bo ku êrîşan bide sekinandin.

24’Ê ÇILEYÊ

Kurdistanî bi dirûşmeya “her der Efrîn, her der berxwedan” dîsa li gelek welatên Ewrûpayê piştgirî dane Efrînê. Li Rusya, Galler, Danîmarka, Swîsre, Elmanya gel li qada bû.
Li Swîsreyê gelên cihê li pêşiya avahiya Neteweyên Yekbûyî kom bûn û êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Efrînê protesto kirin û xwestin ku Neteweyên Yekbûyî têkeve nav hewldanan.

26’Ê ÇILEYÊ

Li bajarê Fransa Marsîlyayê, li Krasnador û Krasnakûtiya Rusyayê Kurdistanî bi durîşmeya “Efrîn wê bi ser bikeve” berxwedana Efrînê silav kirin.

27’Ê ÇILEYÊ

Di 27’ê Çileyê de li gelek welatên Ewrûpayê çalakiyên navendî ji bo Efrînê pêk hatin. Di wê rojê de bi giştî bi sedhezaran Kurd û dostên wan daketin qadan. 

Tenê li bajarê Elmanya Kolnê bi deh hezaran mirov tevlî çalakiya ji bo Efrînê bûn. Di vê çalakiya navendî de gel rastî astengiyên polîsên Elman hat. Polîsan posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xistibû hincet û pêşiya girseyê birîbû. Girseyê nerazîbûneke tund nîşanî polîsan, bi slogana ‘Bijî berxwedana Efrînê’ barîkata polîsan derbas kir û berxwedana Efrînê silav kir.

Di wê rojê de hin deverên Ewrûpayê ku Kurdistanî li berxwedana Efrînê xwedî derketin ev bûn; bajarên Elmanya Munchen, Frankfurt,Hamburg, Berlîn, Darmstadt, Ulm, Saarbrucken, bajarê Hollanda Den Haag, paytexta Avusturya Viyana, bajarên Îngiltereyê Manchester, Bîrmîngham, Brîghton, Readîn û herêmên wê Galler û Skoçya, bajarê Lavrîo yê Yewnenîstanê, bajarên Trîest û Florenca yê Îtalyayê, bajarê Creîl ê Fransayê, li bajarên Swissre Bern û Zurihê, bajarê Stavanger ê Norwecê, bajarê Krasnodarê yê Rûsyayê û navçeya Erşov a Saratovê.

28’Ê ÇILEYÊ

Saziyên Kurdistanî yên li Ewrûpayê di vê rojê de Kongreyê xwe pêk anîn. Di kongreyan de berxwedana Efrînê hate silavkrîn û biryara rêxistinbûyîna xurt a ji bo piştgiriya Efrînê hat dayîn.

29’Ê ÇILEYÊ

Li paytexta Îngîltere Londonê jinan bi ser avahiya Pariya Muhafazakar de girt û li paytexta Belçîka Brukselê Kurdistaniyan bi poster û kostuman komkujiya li Efrînê pêk tê nîşan dan.

Li paytexta Elmanya Berlînê 5 ciwanên ser çavên xwe girtibûn bi ser konferanza çapemeniya ya hikumetê de girtin. Ciwan bi qîrîna diruşmeyên „tankên Elman ji Kurdistanê derbikevin“ û „çekên Elman, pereyên Elmanan li tevahiya cihanê dikujin“ ketin salona konferansê û piştre pankartê bi nivîsên ‚şer li vir dest pê dike“, „exporta çekan rawesînin“, „bijî berxwedana Efrînê“ û ala YPG’e hilgirtin.
 
31’Ê ÇILEYÊ

Li gelek bajar û paytextên Ewrûpayê êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Efrînê hatin protestokirin. Li bajarên Elmaya Duissburg, Bremen, li Paytexta Danîmarka Kopenhagenê, li paytexta Fransayê Parîsê û bajarê wê Rennes, li paytexta Avusturya Viyanayê û bajarê wê Grazê, li paytexta Norwec Osloyê, li paytexta Yewnanîstan Atînayê bi hezaran kes daketin qadan. 

3’Ê SIBATÊ

3’ê Sibatê yek ji wan roja bû ku bi hezaran Kurdistanî hema hema li her deverê Ewrûpayê li hember êrîşên li ser Efrînê dengê xwe bilind kirin. 

Welat û bajarên di vê rojê de lê çalakiyên girseyî pek hatin ev in: Bajarên Elmanya Dortmund, Hamburg, Stuttgart, Munchen, Nurnberg, Aschaffenburg, Regensburg, Bamberg, Hannover, Gottingen, Lîngen, Oldenburg, Darmstadt, Leipzig, Chemnitz, Lubeck, Kaisersautern, Wittlich, Bonn, Magdeburg, Frankfurt, Berlîn, Giessen, Dortmund; li bajarên Swêd Borlange, Goteborg, Vasteras, Gavle, Vastervîk, Boras, Lund, Motala, Kalmar, Malmo, Vaxjo, Orebro; bajarên Swîsre Basel û Bellîzona; paytexta Oslo Norweç û bajarê wê Trondhein; paytexta Fransa Parîs û bajarên wê Nantes, Lyon, Mantpellier, Avîgnon, Strassbourg, La Rochelle; bajarên Awustarya Graz, Klagenfurt, Înnsbruck; Pisaya Îtalyayê; Rotterdama Hollandayê û Antwerpena Belçîkayê.

7’Ê SIBATÊ

Li paytexta Swêd Stockholmê konê ji bo piştgiriya bi Efrînê re hate vedan. Hewriha li ber avahiya Parlamenta Federal a Elmanyayê (Bûndestag) konê piştgiriyê hate vedan û gelek Kurdistanî û Elman tevlî çalakiyê bûn.

Li bajarê Elmanya Bonnê Kurdistaniyan çelengeke reş danîn ber Seferatxaneya Rus û piştgiriya Rusyayê ya ji bo dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin. Wekî din li bajarên Oberhausen, Bremen, Freiburg, Leipzig, Augsburg, Hildesheim, Saarbruckenê, Giessen jî çalakî hebûn.

Li bajarê Koldîng ê Danîmarkayê, li paytexta Fransa Parîsê, paytexta Yewnanîstan Atînayê Kurdistanî û dostên wan ji bo Efrînê daketin qadan.

Kurdistaniyên li Viyanayê dijîn jî bi Wezîra Karê derve ya Awustusya Dr. Karîn Knessl re hevdîtinek pêk anîn û bal kişandin ser êrîşên li hember Efrînê, binpêkirinên mafên mirovan ên li Tirkiyê.

8’Ê SIBATÊ

200 enternasyonalîstên ji 17 welatan li Luksembûrgê li hev civiyan. Meşa ber bi Strassbourgê bi dirûşmeya "Azadî ji Ocalan re, Aştî ji Kurdistanê re, Na ji êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Efrînê" dest pê kir.
Li paytexta Parîsê ya Fransayê, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û êrîşa dewleta Tirk a li ser Efrînê protesto bikin, meşa dirêj ya ku wê sê rojan dewam bike, destpê kir.

9’ Ê SIBATÊ

i bajarê Grazê yê Awûstûryayê û paytexta wê Viyanayê hewldana dagirkeriya dewleta Tirk a li hember Efrînê hate şermezarkirin. Çalakiyên Protestoyî herwiha li bajarên Elmanya Hamburg, Bensheim, Bielefeldê, li bajarê Fransayê Marsîlya, li paytexta Yewnanîstan Atînayê û li bajarên Swîsre Basel, Chaûx-de-Fonds, Zurîhê çalakî hebûn.

Li bajarê Swîsre Cenevreyê jî li pêşiya avahiya NY’î kon hate vedan û ji Neteweyên Yekbûyî hat xwestin ku li ber dagirkeriya dewleta Tirk rabe.

Meclîsa Civaka Kurd a Demokratîk ya Danîmarka jî ji bo protestokirina komploya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û êrîşa li ser Efrînê meşeke dirêj da destpêkirin.

10’ Ê SIBATÊ

Kurdistaniyên li Ewrûpayê dijîn ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û şermezarkirina êrîşên li hember Efrînê li ser piya bûn. 

Li bajarê Elmanya Hamburg, Wesel, Koch, Darmstadt, Freiburg, Giessen, Stûtgart, Stadthage, Manheim, Leibzig, Emden, Duisburg, li bajarê Fransa Rennes û paytexta wê Parîsê, li bajarên Swîsre Lozan, Bern, Basel, Cenevre, Zurîh, li paytexta Swêd Stockholmê, paytexta Awusturya Viyanayê û li paytexta Norweç Osloyê çalakiyên curbe cur pêk hatin. Hin ji wan jî bi şev pêk hatin.

11’Ê SIBATÊ

Di vê rojê de jî çalakiyên girseyî ji bo Efrînê hebûn. Bi hezaran kes li Ewrûpayê ji bo Efrînê daketin qadan. 
Li gelek bajarên Elmanya Nurnberg, Ulm, Giessen, paytaxt Berlîn, Hamburg, Munster, Bremen, Ludwigsburg, Saarbrucken, li bajarên Fransayê La Rochelle, Lyon, Marsîlya, Cannes, li Kopenhaga Danîmarkayê, Den Haga Hollandayê, Mîlanoya Îtalya, Înnsburga Awusturya û paytexta Spanya Madrîdê çalakiyên protestoyî hebûn.

Li paytexta Swêd Stockholm û bajarên wê Molmo, Goteborg, Kalmar û Motala bi çalakiyan komploya 15'ê Sibatê ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulalh Ocalan hatin şermezar kirin û berxwedana Efrînê silav kirin. 

12’Ê SIBATÊ

200 enternasyonalîstên ji Luxemburgê dest bi meşa dirêj kiribûn, meşa xwe ji Lozanê dewam kirin. Beşdarên meşa enternasyonalîst jî di nav de, bi tevlîbûna hezar kesên ji 37 welatên cuda meşa ji Lozanê ya ber bi Cenevreyê dest pê kir.

Êrîşên li ser Efrînê li 3 welatan hatin şermezarkirin. Li Platînovskiya federasyona Krasnador a Rusyayê meclîsa jinan bi daxuyaniyekê operasyona dewleta Tirk a li hember Efrînê şermezar kir. Li bajarê Elmanya Hannoverê û li bajarê Belçîka Charleroiyê meşên dirêj ên 3 rojan ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û şermezakirina êrîşên li ser Efrînêhatin dest pê kirin. 

Li bajarê Elmanya Duisburgê jî zarokên Kurdan standa xwarinê vekirin û dahata wê ji zarokên Efrînê re şandin.

Li bajarê Stuttgartê yê Elmanyayê jî zarok û dayikên xwe UNİCEF’a Stuttgartê ziyaret kirin û bal kişandin ser zarokên ku di encama êrîşên dewleta Tirk de hatine kuştin.

13’Ê SIBATÊ

Meşa dirêj a ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê dewam kir. Beşa duyemîn a meşê di vê rojê de ji bajarê Morgesê dest pê kir. Beşdarên meşê zêdetir bûn û zêdeyî hezar kes bi pêşengiya Platforma Xwedîderketina li Efrînê ya Ewropayê meşiyan. Meşvan wê çalakiya xwe di 16’ê Sibatê de bi mitîngeke li ber avahiya Netewên Yekbûyî biqedînin.

Ev tenê beşek ji çalakiyên ji Ewrûpayê bûn. Li derveyî welat wekî din li Awustralya, Kanadayê û deverên din ên Cîhanê jî Kurdistaniyan êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li hember Efrînê şermezar kirin.