Ji 16 siyasetmedarên Sêrtê ku di bin navê operasyona KCK'ê de hatin binçavkirin, 8 jê serbest hatin berdan. Di nav kesên hatn girtin de hevseroka BDP'ê ya Sêrtê Dîlber Sevîn û endamên Meclisa BDP'ê jî hene.
54 kesên ku ji doza KCK'ê ya Sêrt û Mêrdînê hatin binçavkirin, sewqî dozgeriya komarê ya Ametê hatin kirin. Îfadedayîna 54 siyasetmedarên kurd ên li Mêrdîn û Sêrtê di 8'ê Kanûnê de hatin binçavkirin li Dozgeriya Komarê ya Amedê bi dawî bûn.
Îfadedayîna 54 kesan a li dozgeriyê xelas bû. Dozgeriyê Ji siyasetmedarên kurd 22 kes û ji siyasetmedarên Sêrtê jî di navde Şaredar Selîm Sadak jî heye 6 kes serbest berdan. Dozger 26 kes jî bi daxwaza girtinê sewqî dadger kir.
Heyeta dadgehê jî piştî îfadeya 10 siyasetmedarên kurd ên Sêrtê girt, 2 kes serbest berdan û 8 kes girtin. 8 kesên ku hatin girtin wiha ne:
Endamê meclîsa BDP'e Rûbar Kandemir û Tayyar Erturk, Hevseroka BDP'ê ya Sêrtê Dîlber Sevîm, Serokê Navçeya Navendi ya BDP'ê ya Sêrtê Mehmet Halit Kaçar, Seroke BDP'a Sêrtê yê berê Seracettin Kayran, Rêveberê BDP'e yê berê Mehmet Emin Çam, Yuksel Yilmaz, Abdullah Aşkara bi îdîaya "Endamê meclîsa bajar a KCK'ê ne" hatin girtin.