Îşkence li Hasan Guzel ê bi kansera kolonê ye hat kirin

Hasan Guzel ê 70 salî, ku ji ber tevlî merasîma xwarina ji bo Ogûz Meşe ya li Mala Cem a Kûrûçeşme ya Stenbolê bû bi îdîaya "propaganda rêxistinê" hat girtin, derket holê ku polîsan îşkenceyeke giran lê kiriye. Guzel bi kansera kolonê ye.

Parêzera Hasan Guzel Ayşegul Çagatay ji ANF'ê re axivî û diyar kir, ji ber ku muwekîlê wê bi kansera rûvî ye, kîsikê mîzê pê re, lê polîsan bi lêdanê ev kîsik teqandine.

POLÎSAN KÎSIKÊ MÎZÊ TEQAND Û PIŞTRE JÊ RE GOT 'TU YÊ KENGÎ BICEHIME'

Ji bo Ogûz Meşe yê li benda kontrolê ya polîsan a li navçeya Pulur a Dersîmê hat kuştin, roja 15'ê Kanûna 2016'an li Mala Cem a Kûrûçeşme ya Stenbolê xwarina xêrê hat belavkirin. Yek ji kesên li vê bîranînê amade bû Hasan Guzel ê nexweşê kansera kolon e. Polîsên Tirk, pankarteke li ser deriyê Mala Cem ji xwe re kirin bahane û bi bombeyên gazê êrîşî vê bîranînê kirin. Derket holê ku polîsan di dema vê êrîşê de lêdaneke giran li Guzel kiriye.

Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Gel Ayşegul Çagatay da xuyakirin, ku muwekîlê wê Hasan Guzel hem ji bo sersaxiyê ji malbata Meşe re bixwaze, hem jî wecîbeyên xwe yên olî bi cih bîne çûye Mala Cem û anî ziman, Hasan Guzel ê ku nexweşê kansera kolon e û ji ber vê yekê mecbûre kîsikê mîzê pê re be, tevî vî halê xwe jî bi îşkenceyeke giran a polîsan hatiye binçavkirin.

Çagatay diyar kir, polîsên ku li muwekîlê wê dane, kîsikê mîzê teqandine û got, "Guzel di dema îşkenceyê de ji wan re gotiye ew nexweşê kanserê ye. Lê belê polîsan bi gotina 'tu yê kengî bicehime' bersiv dane wî. Muwekîlê min jî di nav de 25 kes birin qada gogê û li vê derê bi guleyên plastîk ên ji toza îsotê, li wan reşandine."

BI HIQÛQA DIJMINATIYÊ TEVDIGERIN

Çagatay da zanîn, tevî nexweşiya kanserê Guzel ji sedî 80 astengdar e û wan hemû raporên di vî warî de pêşkêşî dozgeriyê kirine, lê belê di 19'ê Kanûna 2016'an de bi îdîaya "propaganda rêxistinê" hatiye girtin.

Parêzer Çagatay anî ziman, muwekîlê wê li Girtîgeha Hejmara 9. a Sîlîvriyê ku îşkence û binpêkirina mafên mirovan lê zêde ye tê girtin, nayê tedawîkirin, rewşa wî ya tenduristiyê roj bi roj nebaş dibe û got, "Bi hiqûqa klan û dijminatiyê tevdigerin."

Çagatay daxuyakirin, ku di nava 25 kesên roja 19'ê Kanûnê hatin girtin de ciwanek bi navê Ekîn Can Yildirim (24) ku ji sedî 50 ji aliyê mejî ve astengdar e, heye û diyar kir, mirovên ku ji aliyê qanûnî ve nabe bên girtin, tên giritn.