Iraq: Amadekariya operasyona Telaferê temam e

Ji bo rizgarkirina Telaferê, ku Kurd, Ereb û Tirkmen lê dijîn, amadekariya operasyonê qediya.

Wezareta Parastinê ya Iraqê ragihand, ji bo rizgarkirina navçeya Telaferê ya ji aliyê DAIŞ'ê ve hatiye dagirkirin, amadekariyên operasyonê qediyane.

Wezareta Parastinê da zanîn, ku milîsên Heşdî Şebî jî wê tevlî operasyona Telaferê bibin û ragihand, hêzên hewayî yên Iraqê jî wê destekê bidin operasyonê.

Milîsên Heşdî Şebî roja 3'ê Tebaxê ragihandibû ku wan dest bi operasyona paqijkirina gundên li dora navçeya Telaferê kirine.

Mezintirîn navçeya Mûsilê, ku nifûsa wê ji Kurdên Êzidî, Ereb û Tirkmenên Şîa û Sûnî pêk tê, 16'ê Hezîran 2016'an ji aliyê DAIŞ'ê ve hatibû dagirkirin.