Însiyatifa Malbatên Pirsûsê biryara dadgehê nas nekir

Însiyatîfa Malbatên Pirsûsê têkildarî biryara dadgehê ya 7 hezar û 500 TL ceza li Midûrê Polîsan ê Pirsûsê biriye diyar kir, ku vî cezayê pênekon zarokên wan careke din hatine kuştin.

Însiyatifa Malbatên Pirsûsê têkildarî biryara Dadgehê ya 7 hezar û 500 tl li Midûrê Polîsan ê Pirsûsê Mehmet Yapalial birî li Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê civîna çapemiyê pêk anî. 

Di civînê de malbatên ku zarokên wan di komkujiya Pirsûsê de jiyana xwe ji dest dane, kesên birîndar bûbûn, parêzerên malbatan û nûnerên saziyên sivîl ên civakî amade bûn. Parêzerê Platformê Taylan Savran, Nûnerên HDP, ESP, SGDF, OTSP, Malbatên kesên di 10'ê Cotmehê de li Enqereyê di teqînê de jiyana xwe ji dest dan û rêveberê BEKSAV'ê amade bûn. Li ser navê Însiyatifa Malbatên Pirsûsê Hacer Elçin nerazîbûn nîşanî biryara cezayê ku li Midûrê Mehmet Yapalial hatiye birîn da û anî ziman ku ev cezayekî pir kêm e. Elçîn da zanîn ku cezayê 7 hezar û 500 TL cezayekî ku nayê qebûlkirin û ev jî têra wan nake kirine 12 taksît û wiha got: "Ev biryar nayê qebûlkirin. Teqez em vê biryarê qebûl nakin. 

Bavê Çagdaş Aydin ê li Pirsûsê hat kuştin û ew jî birîndar bû Fethi Aydin daxuyanî da û wiha got: "Bi vê biryarê careke din 33 rêwiyên xewnan kuştin. Cezayê ku dane midûr wekî xelatê ye. Ev nayê qebûlkirin. Dewlet bi vî rengi çavê xwe ji komkujiyan re digire. Ev ne yekemîn biryara bê edalet e. Li Tirkiye mînakê bi vî renî pir in. Me berê jî got berpirsiyarê komkujiyan direvînin û tenê kesekî dadirizînin. Nikarin bi vê yekê me bi xapin. Bi dayîna 7 hezar û 500 TL nikarin me bi xapînin. Em ji xeynî edaletê tiştekî din nas nakin. 

Parêzerê malbatan Taylan Savran, anî ziman ku ji destpêka darizandinê heta niha bê hiqûqî heye û wiha got: "540 rojin biryara veşarî dane ser dosyayê. Beyî malbatan bi awayekî dizî parêzer ji Mugla tayîn kirine. Ev biryar nayê qebûl kirin. Heyeta dadgehê ji destpêka darizandinê helwesta xwe nişan daye. Divê Yapalial ne ji ber ku peyvir îhmal kiriye bê cezakirin. Divê ji ber ku rê li pêş îhmalê vekiriye bê darizandin. Hêj tu tişt xelas nebûye. Em dê serî li Dadeha Herêmî ya Dîlokê bidin. Em dê bixwazin ku Midûr Yapalial bê beşdarî rûniştina dozê bibe û bê darizandin." 

Hevsera Cemil Yildiz Sultan Yıldız jî anî ziman ku ew vê biryarê qet qebûl nakin û wê heta dawî têkoşîna xwe berdewan bikin.