Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê (ÎHD), operasyonên duh li Êlih, Mêrdîn û Sêrtê li hemberî BDP’ê pêk hat û 88 siyasetmedarên kurd hatin binçavkirin şermezar kir. ÎHD'ê di daxuyaniyê de diyar kir ku êdî AKP li hemberî muxalifan tehamul nake û operasyonên qirkirinê pêk tîne.
Duh serê sibê polîs, leşker û tîmên taybet fermana Serdozgerê Komarê yê Amedê li Mêrdîn, Qoser, Nisêbîn, Şemrex, Stewrê, Kertwên, Ewêna, Sitîlî û Girêmîra bi ser gelek avahiyên kurdan û malên nûnerên kurdan de girtin.
Di operasyona siyasî de polîs û leşkeran bi ser avahiyên, ÎHD, KURDÎ-DER, MEYA-DER û saziyên jinan de û malên wan girtin. Polîs, leşker û tîmên taybet li Mêrdîn, Êlih û Sêrtê bi tevahî 88 siyasetmedarên kurd binçav kirin.
Polîs û leşkeran li Êlihê 31, li Mêrdîn, navçe û bajarokên wê 41 û li Sêrtê jî 16 kes hatin binçavkirin. Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê der barê operasyonên siyasî yên li dijî nûnerên gelêkurd daxuyaniyek niviskî da. ÎHD'ê di daxuyaniyê de diyar kir ku 3 salin dewlet li dijî vîna gelê kurd û muxalifan operasyonên qirkirina siyasî pêk tîne û muxalifan li hemberî xwe naxwaze.
ÎHD'ê di berdewama daxuyaniyê de da zanîn ku ev pêkanînên li dijî demokrasiyê ne û pêkanînên rejîma faşîst e. ÎHD'ê destnîşan kir ku di demokrasiyê de ev pêkanîn nayê qebûlkirin û ev operasyon li dijî mafên mirovan û demokrasiyê ye û xizmeta şer dike.