HEVPEYVÎN

Humeyra Armût: Divê gelê me bêdeng nemîne û li qadan be

Hevseroka Colemêrgê ya DEM Partiyê Humeyra Armût nerazîbûn nîşanî tayînkirina qeyûm a li şaredariyê da û got: “Ji bo ku tayînkirinên qeyûm dewam nekin, pêdiviya me bi piştevaniyeke cidî heye. Divê gelê me bêdeng nemîne û li qadan be.”

LI DIJÎ QEYÛM BANGA BERXWEDANÊ

Nerazîbûnên li dijî desteserkirina wezîfeya Hevşaredarê Colemêrgê yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Mehmet Siddik Akiş û tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Colemêrgê, didomin. Hevseroka Colemêrgê ya DEM Partiyê Humeyra Armût ji ANF’ê re axivî û got: “Me ev yek di pêvajoyê hilbijartinê de jî dît. Ji bo ku hilbijartina li vir qezenc bikin, çi ji destê wan hat pêk anîn. Hemû leşker û polîs weke hilbijêr veguheztin. Tevî hemû tiştî jî ev gel xwedî li îradeya xwe derket. Car din qeyûm tayînî Colemêrgê kirin. Di pêvajoya hilbijartinê de desthilatdariya AKP stratejiyeke cuda li ser Colemêrgê xiste dewrê. Di pêvajoyê hilbijartinê de feraseteke ku bê navber zext li gel dikir, hebû. Desthilatdariya AKP’ê tehemûlî têkçûna xwe ya di hilbijartinê de nekir, lewma îro jî pratîka qeyûm xistiye dewrê.

Car din hewl tê dayîn ku zemîneke qeyûm ava bikin. Yekane armanca wan ew e ku li Colemêrgê îradeya gel tune bihesibînin. Qeyûma îro hatî tayînkirin, li dijî îradeya Kurd û her kesê alîgirê demokrasiyê hatiye tayînkirin. Divê her kes vê yekê bi zelalî bibîne.”

‘PÊDIVÎ BI PIŞTEVANIYÊ HEYE’

Humeyra Armût destnîşan kir ku desthilatdarî hewl dide polîtîkaya tunehesibandina îrade, çand û zimanê gelê Kurd bi qeyûman bixe meriyetê û ev tişt got: “Ji bo ku tayînkirinên qeyûm dewam nekin, pêdivî bi piştevaniyeke cidî heye. Eger xelkê Colemêrgê tenê bê hiştin, wê pratîkeke şer a nû bikeve dewrê. Divê partiya me ya ku ji bo demokrasî û aştiyê têdikoşe, bê parastin. Îro li vir wê çaalkiyên me bidomin. Şandeyeke xurt a ku ji Hevserokên me yên Giştî yên DEM Partiyê û endamên çep-sosyalîst û CHP’ê pêk tê, wê li vir be. Têkoşîna me wê bidome. Divê gelê me bêdeng nemîne û li qadan be. Divê li dijî vê bêhiqûqiyê sekneke zelal were raberkirin.”