Hate aşkera kirin ku, Serok Dewletê Venezuelayê Hugo Chavez careke din penceşêrê girtiye.
Di encama testên ku li paytextê Kûba Havanayê hatine kirin de, derket holê ku di bedena Chavez de hucreyên cirnexweş yên penceşêrê hene. Chavez di televîzyona dewletê de ji gel re axivî û ragihand ku, ew dê di rojên pêşş de bikeve emeliyatekê. Chavez got, “Di encama testan de li hinek herêman hucreyên cirnexweş yên penceşêrê hatine dîtin. Ji ber vê çendê pêwîste bême emeliyatkirin. Bi alîkariya xwedê em dê ji vê emeliyatê biserkeftî derbikevin.”
Chavezê 58 salî ji gelê Venezuelayê daxwaz kir ku, ger dermankirina wî serkeftî derbaz nebe, alîkarê wî û wezîrê karên derve Nîcolas Maduro weke serok bihilbijêrin. Ev gotinên Chavez piştî ku 3 hefteye dernakeve ber rayagiştî, bû sedem ku di nava gel de têkildarî tenduristiya serokê Venezuelayê de fikar zêdebibin.
Chavez ku di meha Cotmehê de cara 3’mîn ji bo serokatiya dewletê hate hilbijartin, sala borî li Kûbayê dest bi dermankirina penceşêrê kiribû. Hugo Chavez di nava salekê de 3 caran hatibû emeliyat kirin û aşkera kiribû ji penceşêrê xilas bûye.