Elmanya dixwaze Selahattîn Erkûl radestî Tirkiyeyê bike

Selahattîn Erkûl ku li Tirkiyeyê bi hinceta endamtiya rêxistinê û propagandakirinê tê darizandin, danê siharê ji bo ku ji Tirkiyeyê re bê radestkirin, ew anîn balafirgeha Hamburgê.

Selahattîn Erkûl ku li Tirkiyeyê bi hinceta endamtiya rêxistinê û propagandakirinê tê darizandin, di sala 2022’yan de li Elmanyayê serlêdana penaberiyê kiribû.

Selahattîn Erkûl ê ku li bajarê Kîelê li benda encama serlêdana penaberiyê bû,  19’ê Îlonê roja Pêncşemê ji bo ku kartê xwe yê nasnameyê biguherîne, diçe navenda polîsên penaberan.

Daîreya penaberiyê ya Elmanyayê tu bersivan nade serlêdana penaberiyê û Selahattîn Erkûl tê binçavkirin û piştre jî ji bo ku wî radestî Tirkiyeyê bikin, dibin balafirgeha Hamburgê.

Tevî ku Selahattîn Erkûl diyar kiriye ku ger wî bişînin Tirkiyeyê wê ceza lê were birîn û têkildarî redkirina serlêdana penaberiyê tu belge jê re nehatine dayîn jî dixwazin wî radestî Tirkiyeyê bikin.