Biryara Norwecê ya têkildarî çekhinardekirinê li Osloyê hate protestokirin

Biryara Norwecê ya ji nû ve hinardekirina amûrên parastinê ya ji bo Tirkiyeyê, li Osloyê ji aliyê Kurdistanî û dostên wan ve li pêşiya parlamentê hate protestokirin.

Çalakî ji aliyê Federasyona Komeleyên Kurd ên Norwecê (NCDK-OSLO) ve hate organîzekirin û nûnerên ‘’Solidariet med Kurdistanê’’ jî piştgirî dane çalakiyê.

Di çalakiyê de hevseroka Federasyona Komeleyên Kurd ên Norwecê Andam Aso da zanîn ku ji sala 2019’an ve ye hinardekirina amûrên parastinê ya ji bo Tirkiyeyê, ji ber operasyonên dagirkeriyê yên li Sûriyeyê hatiye sekinandin lê belê a niha ev qedexe tê rakirin.  Aso got: ‘’Em çekfirotina ji rejîmeke dîktator re fêm nakin.’’

Aktîvîsta jin a enternasyonalîst Lida Weerts jî di çalakiyê de axivî û Weerts destnîşan kir ku Tirkiye zirarê dide binesaziya sivîl û hiqûqa navneteweyî binpê dike.

Lida Weerts got ku divê Norwec dev ji vê biryara xwe berde û pêşengiyê bide mafên mirovan.

Aktîvîstê Tevgera Azad Rubar Yosif jî axivî û got ku ew ê li dijî êrîşên dewleta Tirk li ber xwe bidin û divê gelê Başûr li hemberî polîtîkayên dagirkeriyê dengê xwe bikind bikin.

Di çalakiyê de pankartên bi nivîsên; ‘’Tirkiye ji Kurdistanê Bicehime’’ û ‘’ Bila Çek Bên Rawestandin û Aşitî Pêk Were’’ hatin hilgirtin û dirûşme hatin berzkirin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku Norwec û Tirkiye hevalbendên NATO’yê ne û di sala 2018’an de Norwecê ji Tirkiyeyê re bi nirxê 41,4 milyon kronî amûrên parastinê hatibûn hinardekirin.