Siyasetmedar Okyay roja ku bihata berdan jiyana xwe ji dest da

Siyasetmedarê Kurd Abdulmelîk Okyay ê 71 salî roja ku wê ji girtîgehê bihata berdan, di encama krîza dil de jiyana xwe ji dest da.

Siyasetmedarê Kurd Abdûlmelîk Okyay ê ku li Girtîgeha Tîpa H a Erziromê dihat girtin, beriya ku bê berdan li girtîgehê krîza dil derbas kir. Okyay ê ku rakirin Nexweşxaneya Lêkolînê ya Erziromê tevî hemû mudaxeleyan jiyana xwe ji dest da.

Cenazeyê Okyay birin Saziya Tipa Edlî ya Erziromê.

Rêveberên DEM Partiyê yên Erziromê, hevşaredarên bajêr, malbat û xizmên wî piştî agahiya xemgînî girtin li ber Saziya Tiba Edlî kom bûn. Cenazeyê Okyay piştî lêkolîna li Saziya Tipa Edlî radestî malbatê hat kirin.

Cenazeyê Okyay wê sibê saet di 10.00 de li gundê Qirikan a Tekmanê bê veşartin.

Abdulmelîk Okyay di salên 1980'yî de di dema xwendekariya xwe de tevgera siyasî ya Kurd nas kir û jiyana xwe bi têkoşîna mafên gelê Kurd derbas kir. Di salên 90’î de bi Partiya Kedê (HEP) ku yek ji partiyên siyasî yên Tevgera Azadiya Kurd e, dest bi siyaseta Kurd kir. Okyay demeke dirêj serokatiya HADEP'ê ya Erziromê kir, piştre weke endamê Meclisa Partiyê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) siyaseta aktîf dewam kir.

Okyay di salên 90'î de gelek caran hat binçavkirin û girtin. Tevî hemû zextan jî dest ji têkoşîna mafên gelê Kurd berneda. Malbat û hezkiriyên Okyay îro li benda berdana Okyay bûn, lê cenazeyê wî pêşwazî kirin.