Hilbijartiyên HDP'yî yên dîlgirtî: Ev dîwar wê hilweşe!

Hilbijartiyên HDP'yî yên dîlgirtî bi wesîleya cejnê peyamek dan û gotin, "Em pê bawer in ku ev dîwar wê hilweşe, aştî, azadî û biratî wê bi cih bên. Em timî bi we re ne. Em ê teqez bi ser bikevin."

Parlamenter, hevşaredar û rêveberên HDP'yî yên dîl hatine girtin, bi navê hemû girtiyên siyasî ji bo cejnê peyamek dan.

Peyam li rojnameya Yenî Yaşamê hate weşandin:

"Mafê her kesî ye ku bi ziman, nasname û çanda xwe bijî. Cejn jî ew roj in ku hesreta ji bo aştî, biratî,a zadî û jiyana wekhev a bi hev re bi rengekî xurt tê nîşandan.

Weke parçeyek ji vê têkoşîna bi rûmet û mirovahiyê, li gel dîwarê navbera me, bi heman hest, biryardarî û baweriyê em cejna we pîroz dikin.

Bi gelek mirovên ji kevneşopiya me ya siyasî, bi dostên xwe, kesayetên têkoşîna azadî û demokrasiyê, akademîsyen, rojnamevan û rewşenbîran, bi kurtasî tevî bi deh hezaran mirovên li ber vê rêveçûna welêt radibin, em li zindanê vê cejnê pêşwazî dikin.

Di nava van şert û mercan de ku faşîzmê çar aliyên welêt kiriye girtîgeh, ne girîng e bê kî ji me li pişt van dîwaran e. Em pê bawer in ku ev dîwar wê hilweşin, aştî, azadî û biratî wê werin.

'EM Ê TEQEZ BI SER BIKEVIN'

Em timî bi we re ne, hûn timî bi me re ne; wê nikaribin me ji hev cihê bikin. Em ji hev dûr jî bin em ê ti carî ji hev cihê nebin. Em ê teqez bi ser bikevin. Em hêvîdar in ku ev cejn ji bo mirovahiyê, hemû bawermendan û gelên bibe wesîleya azadî, aştî û biratiyê."

Hilbijartiyên mohra wan li binê peyamê ne:

"Selahattîn Demîrtaş, Fîgen Yuksekdag, Sebahat Tûncel, Mehmet Aslan, Aysel Tûglûk, Îdrîs Balûken, Çaglar Demîrel, Leyla Guven, Selma Irmak, Gulser Yildirim, Abdûllah Zeydan, Ferhat Encu, Bûrcû Çelîk û Hevşaredarên girtî; Gultan Kişanak, Bekîr Kaya, Tûncer Bakirhan, Mûkkades Kûbîlay, Sadîye Suer Baran, Zulfiye Kîşmîr, Abdûlkerîm Erdem, Zeynep Sîpçîk, Leyla Salman, Îsmaîl Asî, Îpek Guneş, Sara Kaya, Sevînç Bozan, Abdûlkadîr Çalişkan, Evîn Keve, Alî Aydin, Enes Cengîz, Seferî Yilmaz, Ahmet Demîr, Sevînç Karakoç, Mehmet Emîn Ozkan, Nûrhayat Altûn, Mehmet Alî Bûl, Mûstafa Bayram, Sabîte Ekîncî, Memnûne Soylemez, Halîs Coşkûn, Firat Ozturk, Delal Tekdemîr, Mûrat Rohat Ozbay, Fîgen Yaşar, Mehmet Fazil Turk, Rezan Zûgûrlî, Gûrbet Tekîn, Huseyîn Kiliç, Felemez Aydin, Îhsan Ugûr, Zeynel Taş, Rahmî Çelîk, Dîba Keskîn, Dîlek Hatîpoglû, Nûrûllah Çîftçî, Zeynel Han Bîngol."