Hewldanên pûç yên dewleta Tirk...

Dewleta Tirk a dagirker ji bo komkujiyên li Efrînê rewa nîşan bide, li pey hewldanên pûç e.

Bi vê yekê dixwaze pêwendî û hevkariya xwe li gel çeteyên DAÎŞ û El Nûsra ji raya cîhanê veşêre..

Rûsya ya ku destûra êrişa li dijî Efrînê dayî, ketiye ser heman rêyê...

Bi îdîayên mîna, DAÎŞ'î tevlî nava YPG'ê bûne, dixwaze wêrankirin û dagirkirina Efrînê weke mafê dewleta Tirk nîşan bide.


Dewleta Tirk a bi hezaran çeteyên El Nûsra û DAÎŞ'ê di bin kirasê Artêşa Sûrî a Azad de perwerde û rêxistin kirine, 20'ê Çile bi destûra Rûsya êrişî Efrînê kir..

Ji bo vê tevgera xwe ya dagirkeriyê weke mafekî rewa nîşan bide, îdîa kir ku çeteyên DAÎŞ'ê li Efrînê bicih bûne ew şerê wan û şervanên YPG’ê dike...

Rêveberiya Moskowê jî ku ji wêrankirina Efrîn û kuştina sivîlan berpisiyar tê dîtin, ew jî serî li rê û rêbazên dewleta Tirk dide..

https://ruptly.tv/vod/20171118-002
Herî dawî Nûnerê Rûsya li Neteweyên Yekbûyî Vassily Nebenzia îdîa kir ku beriya mehekê PYDê 400 endamên DAÎŞ'ê berdane û ji wan 120 DAÎŞ'î tevlî refên QSD'ê bûne..

Nebenzia li hemberî vê yekê jî bang li hêzên cîhanê dike li hemberî QSD'ê bibin xwedî helwest..

Baş e çi bû ku Rûsyayê wisa ji nîşka ve çerx kir?

Ka em bi çend nimûneyan siyaseta wê ya heta hingê bibîr bixin.

Adara sala 2015'an komên çete ku dewleta Tirk û Qeter destek didan wan, di bin navê Artêşa Fetih de hêzên xwe kirin yek. Ev hêza ku li gorî fermana dewleta Tirk tevdigeriya, wê demê Idlib û herêma Cisir El Şixûr jî di nav de gelek deverên Sûrî dagir kirin..

Wê demê beşê mezin a bajarê Helebê jî ji aliyê heman koman ve dihat kontrolkirin.

Lê ev rewş Mijdara heman salê guherî..
 


24'ê Mijdarê balafira Artêşa Rus ji aliyê dewleta Tirk ve hat xistin û vê yekê hişt ku pêwendiyên navbera herdu welatan veguherin dijminatiyê..
 


Di serî de serok dewletê Rûsya Vlademîr Pûtîn, rêveberiya Kremlenê li pey hev belgeyên pêwendiya dewleta Tirk û çeteyên DAÎŞ'ê eşkere kirin..

Wezareta Parastinê ya Rûsya bazirganiya petrolê ya navbera DAÎŞ û Malbata serok-komarê Tirk Erdogan eşkere kir..

Nûnerê wê demê yê Rûsya li Neteweyên Yekbûyî Vitaly Churkin jî ragihand ku dewleta Tirk bi rêyên qeçax çek û cebilxanê ji bo çeteyên DAÎŞ'ê dişîne Sûrî..

https://ruptly.tv/vod/20161205-071
Churkin belgeyên têkildarî hevkariya Mît' Tirk û DAÎŞ'ê radestî NY’yê kirin..

Di belgeyan de dihat gotin, dewleta Tirk li aliyê Reyhanli, Ezaz û Cerablusê, teqemenî û madeyên kîmyewî komên çete re dişîne.

Wê helwesta Moskoyê her du lingên Erdogan û rêjîma wî xistin solekê..


Lewma di bin navê çareserkirina aloziyê de, Hezîrana sala 2016'an Erdogan bi nameyekê lêborîn ji Pûtîn xwest..

http://www.euronews.com/2016/12/15/aleppo-evacuation-finally-gets-underway
Weke gava pêşî, soz da Rûsyayê ku ew ê bajarê Helebê ji komên xwe vala bike û bide rêjîma Sûrî..

13 Kanûna heman salê, di encama peymana navbera dewleta Tirk, Rûsya û rêjîma Sûrî de, bi hezaran çeteyên El Qaîdê li otobusan siwarkirin û berê wan dan Idlib, Cerablûs, Bab û Ezazê..

Piraniya van çeteyan endamên Cebhet El Nûsra bûn, ku Rûsya wan weke dijminê xwe binav dike.

Peymanek bi heman rengî Îlona sala 2017'an bi destûra Rûsyayê pêk hat.

Vê carê jî aliyê din ê peymanê DAÎŞ'î bûn..

Di bin navê radestkirina cenazeyê 8 eskerên Lubnanê de , DAÎŞ'î li otobusan siwar kirin û di bin kontrola Rûsyayê de şandin Dêra Zorê..
 


Sala 2017'an jî di bin navê çareseriya aloziyan de, Rûsya û Enqerê hevdîtinên Astanayê pêk anîn..

Di van hevdîtinan de aliyan biryar da li dijî çeteyên El Nûsra ên Idlib dagirkirine êriş bên rawestandin..
 


Plana Rûsya û Tirkiyê sala 2016'an ji bo Helebê mohr kirin, niha jî ji bo radestkirina Idlibê tê dubarekirin.

Wê demê ji bo Helebê, bajarên Idlib, Cerablûs, Ezaz û Bab kirin qurbana hevkariya xwe.

Niha jî dixwazin di berdêla Idlibê re, Efrînê bikin qurban.

Ji bo vê hevkariya qirêj jî, bi tewanbarkirina YPG’Ê û QSD'ê dixwazin dagirkeriya Tirk rewa nîşan bidin.

http://www.bbc.com/turkce/haberler-dunya-42150304

Hewldanên Rûsya û Tirkiyê di vê çarçoveyê de bin jî raya giştî ya cîhanê gelek caran bû şahidê hevkariya rêjîma AKP û komên çete..
http://www.independent.co.uk/news/world/middle-east/turkey-isis-afrin-syria-kurds-free-syrian-army-jihadi-video-fighters-recruits-a8199166.html
Herî dawî rojnameya The Independent belgeyên ku spart lixwemukirhatinên DAÎŞ'ê ragihand ku dewleta Tirk bi hezaran DAÎŞî di bin navê artêşa azad de dişîne ser axa Efrînê.