Hewldana 78’an: Bila Celalettîn Can û hevalên wî bên berdan

Hewldana 78’an diyar kirin ku wê di her şert û mercî de têbikoşin û xwestin bila Celalettîn Can û 29 kesên hatine binçavkirin, werin berdan.

Hewldana  78’an a Stenbolê li Qada Galatasarayê daxuyanî da çapemeniyê û xwestin Celalettîn Can û hevalên wî yên di 7’ê Sibatê de hatin binçavkirin û 10 roj in dibin çavan de ne, bên bardan. Endamên ÎHD’a Stenbolê, Dayikên Şemiyê, Partîzan, HDP û gelek welatî beşdarî daxuyaniyê bûn.

Li ser navê komê Berdevkê Hewldana  78’an ê Stenbolê Yûnûs Bîrcan axivî û binçavkirina Celalettîn Can û hevalên wî şermezar kir. Bîrcan di dawiya axaftina xwe de bang li raya giştî kir ku roja Sêşemê li Edliya Çaglayanê kom bibin û beşdarî danişîna Celalettîn Can û hevalên wî bibin.

AMED

Şaxa Komeleya 78’an a Amedê jî, bi daxwaza serbest berdana Celalettîn Can û hevalên wî li avahiya komeleya xwe civîna çapemeniyê li dar xist. Di civînê de Serokê Şaxa Komeleyê Ganî Alkan axivî û wiha got: “Can ev 10 roj in di bin çavan deye. Hemû beşên mûxalîf ên Tirkiyeyê dibin êrîşên dijwar de ne. Em operasyonên li dijî HDP û DBP’ê jî rexne dikin.” Piştre daxuyaniya metna hevpar hat xwendin û civîn bi dawî bû.