Hevserokên HDP'ê spasiya beşdarên Newrozê kir

Hevserokên Giştî yên HDP'ê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar gotin, "Em spasiya bi milyonan mirovî dikin ên daketin qada Newrozê" û diyar kirin ku dengê azadî û aştiyê bi rengê herî xurt hate berzkirin.

Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar bi daxuaniyeke nivîsî spasiya her kesên tevlî pîrozbahiyên Newrozê bûne û xebatkarên partiyê kir.

Daxuyanî bi sernavê "Em spasiya bi milyonan kesî dikin ên qada Newrozê dagirtine" hate weşandin.

Di peyamê de hate gotin, "Me Newroza 2021'ê bi coş û biryardariyeke mezin li pey xwe hişt. Li govenda Newrozê ku bi milyonan kesî gerand, hûn bûn hêviya her kesên daxwaza guhertin û azadiyê dikin. Ji bo zaliman jî we gotin, 'Bi milyonan kesî em li vir in' û daxwaza azadî, aştî û demokraisyê bi rengê herî xurt anîn ziman.

Em careke din kêfxweş bûn ku ewladên gelekî bi vî rengî bi biryar e. We wêrekiya xwe li çar aliyên welêt belav kirin."

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin, "Mîna hêza rojê ya ronîkirina tarîtiyê, bi agirê Newrozê we nîşanî her kesî dan ku zivistana sar û tarî wê veguhere biharê."