Her ku Erdogan daxive lîreyê Tirk nirxê xwe winda dike

Her ku Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan daxuyanî dide rê li ber windakirina nirxê lîreyê Tirkiyeyê vedike.

Lîreyê Tirkiye yê ku roja Çarşemê li pêşberî dolar nirxê xwe 1 hate xwar ji 6,45 heta 6,33 daket, bi daxuyaniya Erdogan re dolar dîsa bilind bû.

Dolar ê roja Pêcşemê gihişte 6,3736’an, piştî daxuyaniya Erdogan a faîzê ji sedî 3 zêde bû û gihişte 6,5574’an.

Erdogan ê têkildarî Banka Navendî axivî, dîsa qala kêmkirina faîzê kir. Ketina rojên dawî jî bi daxuyaniya Banka Navendî ya ‘Di polîtîkaya pere de ji nû ve ketinê rêkupêkirin’ hatibû girtina dest.

Li bendê ye ku biryara Banka Navendî ya îro bandorê li dolar bike. Gelo wê çiqas bandorê lê bike hê jî bi guman e.