Helîkopterên rejîma Sûriyeyê gund bombebaran dikin

Helîkopterên rejîma Sûriyeyê gund bombebaran dikin

Helîkopterên rejîma Sûriyeyê gundê Xêbiş ê girêdayî bajarê Tiltemirê bombebaran dikin.

Hate ragihandin ku Gundê Xêbiş ku kîlometreyekê nêzî Tiltemirê ye, ji aliyê helikopterên rejîmê ve tê bombebarankirin. Bomberana ku saet derdora 14.00’an dest pê kir, hîn didome.

Hate hînbûn li gund piranî welatiyên ereb hene, lê hinek kurd jî lê dijîn. Her wiha hate ragihandin ku komên çekdar ev hefteyeke ketine gund depoyên genim û gumber vala dikin û dibin aliyê Tilebyadê.