Hejmara zarokên di encama êrîşa li Helebê de jiyana xwe ji dest da gihişt 5’an. Cenazeyên 5 zarokên ku di êrîşa duh a li dijî Taxa Şêxmeqsud de jiyana xwe ji dest dabûn, ji bo ku bên definkirin ber bi gundê Metîna ve bi rê xistin.
Li bajarê Helebê, di encama êrîşa bi topên hawanê ya li dijî Taxa Şêxmeqsud ku piranî kurd lê dijîn de 4 zarokan jiyana xwe ji dest dabûn û 19 kes jî birîndar bibûn. Ji birîndaran zarokek din jî jiyana xwe ji dest da û hejmara miriyan gihişt 5’an.
Cenazeyê 5 zarokên bi navê Arif Osman (13) ji gundê Hec Hesno yê Efrînê, Rizgar Ixtiyar (13) ji gundê Rîto, Julya Mehemed Bekir (6 mehî) ji gundê Korkana Jorî, Valentîna Semîr Osman (1) ji gundê Hec Hesno, Krîstîna Semîr Osman (7) ji gundê Hec Hesno, îro ji Nexweşxaneya Henan hatin wergirtin. Cenazeyên zarokan bi karwanekî wesayîtan ji bo ku bêne definkirin ber bi Goristana Şehîdan a li gundê Metîna yê girêdayî Efrînê ve hatin birêkirin.
Li aliyê din ji 18 welatiyên birîndar jî rewşa hinekan giran e û dermankirina wan li nexweşxaneyan didome.
Navên birîndarên ku hemû ji gundên girêdayî bajarê Efrînê ne wiha ne:
Wecîha Mehemed Seydo (30) ji gundê Edamo, Munzir El Silo (93) ji gundê Edamo, Yasmîn Osman (20) ji gundê Hec Hisno, Narîman Osman (19) ji gundê Hec Hesno, Givara Semîr Osman (5) ji gundê Hec Hisno, Fadî Osman (5) ji gundê Hec Hisno, Rêzan Ixtiyar (9), Leman Elî (40) ji gundê Meşalê, Hekîma Şêxo (30) ji gundê Hec Hisno, Wail Yusuf (13) ji gundê Şiyê, Mehemed Xêr Ehmed (35) ji gundê Bênê, Elî Yusuf (45) ji gundê Meşala, Xecica Medur (50) ji gundê Xilnêr, Siyamend Yusuf (14) ji gundê Sarincak, Tewfîq Osman (8) ji gundê Hec Hesno, Perwîr Îbrahîm (13) ji Kobanê, Nurî (50), Mehemed (30)