NÛ BÛ-Hejmara qurbaniyên êrîşa li Koyê giran bû

Hejmara kesên di encama bombebarana rejîma Îranê ya li ser baregehên Partiya Demokrat a Kurdistan (PDK-Î) – Partiya Demokrat a Kurdistan a Rojhilat (HDK) a li Koyê gihişte 14’an.

Êrîşa rejîma Îranê ya bi balafirên bê mirov û fuzeyên katûşa ya li gorî saeta herêmî saet 10:40’î hate kirin ji aliyê PDK-Î’yê ve hate piştrastkirin.

Nûnerê PDK-Î yê Silêmaniyê Fûad Xakî Beygî got: “Bombebaran li nêzî navendaên baregehan hatiye kirin. Daxwaz ji hikûmetê dikin ku bûyerê lêkolîn bikin.”

Ji erkdarên nexweşxaneya Koyê ya Şehîd Xalit Soran Ebûbekir jî diyar kir ku 14 kesan jiyana xwe ji dest dane û 40 kes jî birîndar bûne. Di nava birîndaran de jî zarok hene.

HIKÛMETA HEWLÊR HEM SÛCDAR KIR HEM JÎ ŞERMEZAR KIR

Li herêmê êrîş hate kirin hem lêkolîn hem jî lêgerîn didomin. Nayê zanîn bê ka hikûmeta xwecihî ji êrîşê xeberdar e an ne. Lê li gorî daxuyaniya ji aliyê hikûmetê ve hate kirin, êrîşa li Koyê hate şermezarkirin. Di heman daxuyaniyê de ev tişt jî hate gotin: “Nerazîbûnên xwe yên li dijî bikaranîna xaka Başûrê Kurdistanê ya ji bo êrîşên li hemberî welatên cîran dubare dikin.”

Rejîma Îranê heman rojê, sê girtiyên siyasî yên Kurd Ramîn Huseyîn, Zanyar û Loqman Mûradî bi darve kirin.

Êrîşa li ser Koyê û darvekirin, piştî hevdîtina Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan û Serokkomarê Îranê Hasan Rûhanî ya li Tehranê û hema bi şûnde bal kişand.