Rejîma Îranê li Hewlêrê li du baregehên partiyan da-NÛ BÛ

Wesayîtên hewayî yên bêmirov û topavêjên Îranê li navçeya Koyê ya Hewlêrê li navenda partiya Hizbî Demokratîk Kurdistan (HDK) û li ya Partiya Demokrat a Kurdistan a Îranê (PDK-Î) da.

Li gorî agahiyan artêşa Îranê vê şemiyê bi fuzeyên katyûşa û wesayîtên hewayî yên bêmirov li Koyê li baregehên leşkerî yên navenda partiyên Hizbî Demokratîk Kurdistan (HDK) û li ya Partiya Demokrat a Kurdistan a Îranê (PDK-Î) da.

Hate diyarkirin ku êrîş beriya nîvro hatiye kirin û hê jî didome. Rayedarên tendirustiyê yên herêmê ragihandin ku herî kêm 5 kes mirine û 30 kes jî birîndar bûne. Hate diyarkirin ku rewşa hin birîndaran giran e.

Dema ku li HDK’ê civîn hebûye, êrîş hatiye kirin û tê diyarkirin ku hejmara mirî û birîndaran dibe ku zêde bibe.

Saloxderên PDK-Î’yê diyar kirin balefira ku ji êrîş pêk aniye ji Kerkûkê rabûye û bi piştgiriya Haşdî Şabî û hêzên nêzî Îranê top hatiye avêtin. Saloxderan diyar kirin ku cara sêyemîn e ku Îran baregehên hêzên Rojhilatê Kurdistanê bomberdûman dike û diyar nekirin ku bê ka êrîşên berê kîngê hatiye kirin.

Piştî êrîşên dewleta Tirk ên li herêmê Îranê jî êrîş kir. Ev êrîş piştî civîna Rûsya, Îran û Tirkiyeyê ya li Tehranê ya duh pêk hat. Nehate diyarkirin ku bê ka rayedarên Hewlêrê ji bo êrîşê hatine agahdarkirin an na.

HDK di sala 2006’an de ji aliyê komekê hatibû avakirin ên ku ji PDK-Î’yê veqetiyabûn. Li Rojhilatê Kurdistanê li ser girseyan bandora wê ya zêde tune û di Mijdara 2015’an de bû endamê Sosyalîst Enternasyonalê.  HDK PDK-Î’yê ji ber têkiliya wê ya zêde ya bi Îranê re sûcdar dike û di sala 2012’an de ji bo yekîtiyê hin hevdîtin pê re kiribû.