HDP’ê piştgirî da karkeran: Em li pişt karkeran in

Alîkarê Hevserokê Giştî yê Berpirsê Polîtîkayên Ked, Aborî û Civakî yê HDP’ê Gunay Kûbîlay, nerazîbûn nîşanî êrîşên li ser karkerên balafirgeha 3’emîn hate kirin da.

Kubîlay bal kişand ku li balafirgeha 3’emîn û da xuyakirin ku dixwazin cehenimek ya karkeran bidin çêkirin û got: “Tirkiyeya Nû’ weke kampên koleyan kar dikin.

Kubîlay got: “Bi gotina ‘Prestîja welat’ bi van ‘Karesatên ekolojî yên dînikî’ di heman demê de vegerandiye atolyeyeke ya qirkirina karkeran. Li înşihata balafirgeha 3’emîn li gel texrîbkirina daristan, xweza û mîrasê çandî, bi cehenima karkeran a dayî çêkirin, ‘Tirkiyeya nû’ mîna kampên koleyan kar dikin.”

Kubîlay destnîşan kir ku ji bûyerên ku ji roja Înê ve derketîn pêş “Rastiya ku AKP desthilateke ku li dijî kedê ye. Vê bûyerê rastî carekî din diyar kir, AKP êrîşî kesên ku daxwazî mafê ku bi distûran hatine parastin dike.”

Alîkarê Hevserokê Giştî yê Berpirsê Polîtîkayên Ked, Aborî û Civakî yê HDP’ê Gunay Kûbîlay herî dawî wiha got: “Weke HDP, em ê şopdarê mafê bi hezaran karkerên ku îro li balafirgeha 3’emîn ji bo bidest xistina mafên xwe di çalakiyê de ne bin. Divê bi lezgîn karkerên hatine destgîrkirin bên berdan, divê daxwazên karkeran ên ku neçarin bên bi cih bişopînin. Di serî de bang li rêxistinên ked û demokratîk û hemû welatparêzan dikin ku li dijî van mercên kolekirin û sepandina mêtîngeriyê cihê xwe li gel karkeran bigirin.