HDP’ê karbeşiya li Meclîsê diyar kir

HDP’ê diyar kir ku Nîmetûllah Erdogmûs bûye wekîlê serokatiya li meclîsê û Meral Daniş Beştaş jî bûye wekîla seroka komê.

HDP’ê îro daxuyaniyeke nivîskî weşand û derbarê karbeşiya li meclîsê ev agahî da.

“Parlementerê me yê Rihayê Nîmetûllah Erdogmûs ji dêvila Hevserokê me yê Giştî Mîthat Sancar bûye Wekîlê Serokatiya Meclîsê.

Parlementera me ya Sêrtê Meral Daniş Beştaş jî bûye Wekîla Serokatiya Komê.

Her wiha Ebrû Gunay jî weke berdevka partiyê hatiye hilbijartin.”